Li Meletiyê hezar û 386 kesan jiyana xwe ji dest da

Rayedarên meqamên fermî yên Meletiyê ragihandin ku heta bi niha li bajar hezar û 386 kesan jiyana xwe ji dest dane, 6 hezar û 444 kes jî birîndar bûne û hezar û 154 avahî hilweşiyane.

Erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû di 6’ê Sibatê de çêbû û bandora xwe li Semsûr, Meletî, Amed, Riha, Dîlok, Xarpêt, Hatay, Edene, Kilîs û Osmaniye da nîşandan. Li gorî rayedaran ragihand ku li Meletiyê heta bi niha hezar û 386 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 hezar û 444 kes jî birîndar bûne. Li gorî heman daxuyaniyê li bajêr hezar û 154 avahî hilweşiyane, 7 hezar û 129 avahiyên zirar dîtine jî hatine tespîtkirin.

Hat ragihandin hejmara kesên ku di erdhejên navenda Mereşê de jiyana xwe ji dest dane derket 35 hezar û 418‘an û hejmara birîndaran jî derket 105 hezar û 505‘an. Li Rojava û Sûriyeyê bi mirina 5 hezar û 800 kesî re ev hejmar 41 hezar derbas kir.