Li Hatayê çi diqewime?
Dewleta Tirk a ku di roja çaremîn a erdheja Hatayê de bi hêzên xwe yên çekdar xist herêmê, dest bi hewldanên provokasyonê kir. Li Hatayê bi hatina hêzên çekdar re talan û dizî zêde bû.
Dewleta Tirk a ku di roja çaremîn a erdheja Hatayê de bi hêzên xwe yên çekdar xist herêmê, dest bi hewldanên provokasyonê kir. Li Hatayê bi hatina hêzên çekdar re talan û dizî zêde bû.
Li Hatayê di roja çaremîn a erdhejê de, li aliyekî karesetek mezin çêbû û li aliyekê pirsgirêkên dizî, talan û ewlehiyê derketin. Agahî piştî nûçeyên êşkenceya hêzên paramîlîter ên sivîl û hêzên çekdar ên dewleta Tirk re ketin rojevê. Li bajêr hin grûbên ku nayên zanîn û bi çekan digerin derketin holê. Van kesên çekdar ku ji derve anîne herêmên, di bin navê “diziyê û talankeriyê dikin” de êrîşî dilxwazên erdhejê û welatiyên li wir dikin û hewl didin provekasyon pêş bixin.
HEWL DAN PÊŞMALKÊ BIDIZIN
Hêzên dewleta Tirk hewl dide di navbera welatparêzên şoreşger ên ku ji roja ewil xwe gihandine herêmê û alîkarî didin gel veke. Vê yekê jî bi provokasyonê dike. Ji bo ku bûyerên diziyê bike stûyê şoreşgeran, bi şev dema ku mirov di xew de bin, ji qadên alîkariyê yên ku welatparêzên şoreşger ava kiribûn, hewil dan pêşmalkên şoreşgeran bidize.
Şoreşgerên ji ANF'ê re axivîn diyar kirin ku di yek ji van hewldanên dizîkirinê de, ku gelek caran hate dubarekirin, yek ji kesên ku dixwest dizî bike hatiye girtin û derbkirin, piştre dîtine ku ev kes reviyaye û çûye cem polîsan. Şoreşgeran anî ziman ku polîsan ev kes parastiye û di bin navê "Hûn êrîşî polîsan dikin?" bertek nîşanî şoreşgeran dane.
Hêzên paramîlîter û polîsên sivîl ên ku hewldanên wan ên dizîna pêşmalkê bi ser neket, rojek piştî bûyerê hatin cem şoreşgeran û gotin, "Hûn baş dixebitin, ka pêşmalkek bidin min ez jî bixebitim tevî we.” Piştî şoreşger vî kesî tengav kirin, polîs hatin herêmê û ew kes birin.
Şoreşgeran diyar kirin ku, ev bûyer ne bûyerek yekcarî ye, hewl tê dayîn bi pêşmalkên wan li herêmê dizî bikin û vê sûcê bikin stûyê wan. Şoreşgeran her wiha anîn ziman ku armanca hêzên paramîlîter û polîsên sivîl hevgirtina bigel re xira kirine.
Li aliyê din alîgirê AKP’ê yên li herêmê alîkarî belav dikin, gel li dijî şoreşgeran bi gotinên “Ew terorîst in, ji wan tiştek negirin” tejî dikin.
LI BAJÊR MÎT Û POLÎS TEJÎ BÛYE
Dewleta Tirk a ku beriya 4 rojan li Hatayê dema leşker ketin nava bajêr, xwe nîşan da, rojek şûnde polîsên TEM'ê û ajanên MÎT'ê şandin bajêr. Niha li bajêr zêdebûna TEM û MÎT'ê bi awayekî berçav balê dikêşe. Bi taybetî polîsên TEM'ê û ajanên MÎT'ê yên ku li nêzî qadên şoreşger û welatparêz bi cih bûne, ketin û derketina her kesî ya li herêman dişopînin, nasnameya wan dinêrin û gefa destgîrkirinê li wan tê xwarin.
Ji xeynî komele û weqfên alîgirên AKP-MHP’ê ku piştî sê rojan karîn bên bajêr û endamên Komeleyên Tirk ên Ahiskayê yên girêdayî MÎT’ê û Weqfa Fatîhê bi pêşmalk û hejmara xwe ya zêde li herêmê balê dikişîne.
Hat dîtin ku kesên ku bi pêşmalkên Weqfa Ahiska Tirk û Weqfa Fatîh digeriyan bi piranî telefonên mexdûrên erdhejê girtine û hewl dan der barê xebatên welatparêzên şoreşger ên ku li bajêr alîkarî belav kirin, agahî bigrin. Welatiyekî ji erdhejê rizgar bûyî ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku kesên ku bi pêşmalkên Ahiska Tirk hatine cem wî, jê xwestine ku der barê şoreşgerên dildar de agahiyan kom bike. Ji ber ku wî ev yek qebûl nekiriye careke din neaxiviye.
Ji bilî van, hin kesên ku li derdora bajêr digeriyan û pêşmalkên Weqfa Diyanetê li xwe kiribûn jî hatin dîtin ku fermanê didin polîsan.