Li Elbistanê hewildanên provokasyonê yên dewleta Tirk û çeteyên wê

Piştî rabûna erdhejê li Elbistanê, hewildanên provokasyonê yên bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê, zêde bûne.

Piştî rabûna erdhejê li navçeya Elbistan a Mereşê, çete hene ku bi piştgiriya dewletê ji bo xebata piştevaniyê ku ji aliyê HDP’ê û Partîzanê ve hatiye organîzekirin, sabote bikin hewildanên xwe yen êrîşkirinê zêde kirine.

Dilxwazan, behsa bûyeran ji ANF’ê re kir, diyar kir ku bi taybetî rojên dawîn ku êrîşên li hemberî penaberan zêde bûne, hewildanên erîşê yên berpêyî xebata HDP’ê û Partîzanê zêde bûne û hin rayedarên cemxaneyan jî serkêşiyê ji van hewildanên êrîşan re dikin.

Dilxwazan got ku erîş destpêkê bi hewildana lînckirinê ya li hemberî ciwanekê penaber ê Sûriyeyî ku wan alîkarî jê re biriye, dest pê kiriye, komek ji 20 kesan pêkhatî, bi çekan daye pey ciwanê penaber, ciwan xwe li cemxaneyê girtiye, koma nijadperest ku li ber cemxaneyê civiyaye, ji cemxaneyê xwestiye ku ciwanê penaber teslîmê wan bike. HDP, piştî ku ketiye navê û gotiye ku ciwanê penaber ne diz e, hewildana êrîşê bi dawî bûye, lê vê carê polîs ku bi rêveberiya cemxaneyê re hevkar bûye, hewildan kiriye hincet û li odeyeke li cemxaneyê maye û li dora cemxaneyê dest bi dewriyeyê kiriye.

NIJADPERESTIYA CEMXANEYÊ

Dilxwazên HDP’ê û Partîzanê, depoya cemxaneyê ji rojên destpêkê yên erdhejê ve ji bo alîkariyê bi kar aniye û di cemxaneyê de ji bo mexdûrên erdhejê cih çêkiriye. Rêveberiya cemxaneyê ji roja pêşîn ve bi helwesteke provokatîf li ber dilxwazan rabûye û xwestiye ku HDP ji cemxaneyê derbikeve. Me xwest em rêveberiyê re hevdîtinê bikin lê qebûl nekir, ji bo derxistina HDP’ê ji cemxaneyê serî li rêyên cuda da.

Rêveberiya cemxaneyê ku nekarî rasterast rê li ber alîkariyê bigire, li Elbistanê bi çeteyan re dest bi hevkariyê kir. Kesek hat ber depoyê û got ku alîkarî pê re nehatiye kirin û provokasyon dest pê kir, kesekê din heqaret li dilxwazan kir. HDP’ê hewil da bûyer bi dawî bibe, kesêkê din got: ‘êrîşê bavê min kirine’ û bang li polîs kir ku were cemxaneyê. Bi hewldanên çareseriyê yên rayedarên HDP’ê, provokasyon pûç bû lê rêveberiya cemxaneyê cardin bi lêv kir ku bila HDP depoyê vala bike.

Rayedarên ku me hevdîtin bi wan re kir, dan zanîn ku HDP li sê cihên cuda bi şoreşgeran re alîkariyê organîze dike û her ku diçe ew û gel bi hev re dibin yek bêhtir dixebitin.