ROJEVA 16'Ê SIBATA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Tevî ku ambargoya li ser Sûriyeyê hatiye rakirin jî ambargoya hikumeta Şamê ya li ser Şehba û Helebê dewam dike. Bedran Çiya Kurd got, alîkarî hîn nehatiye Rojava û destnîşan kir, Rêveberiya Xweser amade ye alîkariyê bi mexdûrên erdhejê re bike.

- Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Adibellî anî ziman ku pirsgirêkên stargeh û avê nexweşiyên zekem û enfeksiyona qirikê zêde dike û destnîşan kir ku ev pirsgirêk divê tavilê bêne çareserkirin.

- Dr. Serhat Sezgîn diyar kir ku desthilatdariya Tirk erdhej ji bo koçberkirina Kurdan weke firsendekê bi kar tîne û got, "Wê koça ji Kurdistanê zêde bike û hewl bide Kurdistanê bê Kurd bihêlin."

- Nûnera HDP'ê ya a li Başûrê Kurdistanê Nahîde Ermîş diyar kir ku alîkariya tê komkirin û radestî hikûmetên Tirk û Sûriyeyê têne kirin, nagihêje destê mexdûrên erdhejê û bang kir ku her kes alîkariya xwe bigîhîne wan ji bo bigihêje mexdûran.