‘Dewleta Tirk bi erdhejê re dixwaze li herêmê Kurd nemîne’
Dr. Serhat Sîzgîn diyar kir dewleta Tirk erdhej ji xwe re kiriye firsenda ku li herêmê Kurd nemîne û Kurd koçberî welat û bajarên dûr bibin.
Dr. Serhat Sîzgîn diyar kir dewleta Tirk erdhej ji xwe re kiriye firsenda ku li herêmê Kurd nemîne û Kurd koçberî welat û bajarên dûr bibin.
Ji Beşa Psîkiyatrî ya AWO Fachkrankenhaus Jerichow Dr. Serhat Sîzgîn bandora erdhejê ya hem li ser kes û hem jî li ser civakê, tiştên ku di nava 8 rojan de qewimî û encamên wê yên muhtemel nirxand.
Sîzgîn diyar kir ku bobelatên xwezayî, bi taybetî jî erdhej, li ser mirovan bandoreke bedenî û psîkolojîk dike û got “Her çend bandorên bedenî bi hin tedawiyan werin başkirin jî bandorên psîkolojîk dikarin bi salan bidomin. Tişta di destpêkê de jî ‘Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê’ heye. Ji xeynî vê em dikarin bibêjin ku piştî erdhejan dibe ku bikaranîna maddeyê jî di nav hinek koman de zêde bibe.
Di Nexweşiya Stresê ya Piştî Travmayê de mirov zêde ditirse, dikeve rewşeke bêçare û gelek caran bi awayekî awarte û ji nişka ve ev tişt çêdibin. Li gorî lêkolîneke di nav kesên erdhejzede de hatiye kirin, di nav ji sedî 30’ê van kesan de Nexweşiya Stresê ya Piştî Travmayê çêdibe. Di vê nerihetiyê de herî zêde xerabûna konsantreyê, tenêtî û kabûs tên dîtin. Ev tişt nexweşiyeke psîkyatrîk e divê were tedawîkirin. Tedawiya vî tiştî jî psîkoterapî û carinan jî dermanên psîkyatrîk e.
DEWLETA TIRK DIXWAZE KURD JI HERÊMÊ KOÇ BIKIN
Dr. Serhat Sîzgîn diyar kir ku erdnîgariya Kurdistanê ya ku erdhej lê çêbûye polîtîkaya Tirkkirinê herî zêde lê hebû. Gelê welatparêz ê li vir, ji ber polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û îmhayê neçar mabû biçe Ewropa, bajar û welatên din. Me dît ku Maraş û Dîlok a ku di dema destpêkirina têkoşîna azadiyê de tevlêbûneke mezin çêkiribû, çawa piştre bûye navenda komên nijadperest.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê weke her carê dîsa bi polîtîkayên ewlehiyê nêzî erdheja li Kurdistanê dibe. Di roja yekem a erdhejê de êrîşî Rojava kir û bi taybetî bi çeteyên xwe ve hewl da alîkariyên ji bo Rojava qut bike. Divê Kurdên ku piçekî bîra tiştekî dibin, reflekseke cihê ji dewleta Tirk a dagirker hêvî neke. Kurdên ku piçekî dîroka xwe dizanin, ne xerîbî bin ku dewleta Tirk çawa kavilan radike. Di dema berxwedanên xwerêveberiyê de jî cenazeyên ciwanên Kurd ên bi rûmet hatin rakirin. Dewlet vê meseleya rakirina kavilan wekî metodeke şerê psîkolojîk dinirxîne. Cenazeyên Kurdan tevî kavilan radike û bi vî awayî dijminatiya xwe ya ji bo Kurdan nîşan dide. Êrîşî bîra Kurd û Kurdistanê dike.
Bobelata erdhejê ne tenê wê bibe sedema windahiyên mezin ên jiyanê, di heman demê de dwê pêvajoyek ku demdirêj a gelek pirsgirêk tê de hene, were destpêkirin. Ev rewş wê bibe sedema koçberiya ji Kurdistanê ber bi bajarên cihê yên Tirkiyeyê. Bi wî awayî polîtîkaya dewletê ya ku dixwaze Kurd li herêmê nemîne jî wê bi lezgînî bidome. Ev jî wê encamên siyasî derbixe holê. Li metrepolan wê li ser zarokên Kurdan pêvajoya asîmîlasyonê zêdetir be. Zarokên ku dê û bavê wan rehmet kirine, divê em gelekî li ser wan bisekinin. Ji keçên winda yên Dêrsimê em dizanin ku dewlet van zarokan li dijî nasname û çanda wan mezin dike. Ev zarokên ku li wargehên dewletê tên mezinkirin, dikin zarokên ku li dijî gelê xwe û gelan şer dikin. Di dema dirêj de, wê dewlet bixwaze Kurd bê nasname bimînin. Hêzên herêmî û civaka Kurd divê wan muxtacî dewleta Tirk neke, hêvî û alternatîfê nîşan bide.
ZEXTÊN LI SER ZANÎNGEH Û XWENDEKARAN
Dr. Serhat Sîzgîn bal kişand ser rewşa xwendekarên zanîngehê û got “Rejîma Erdogan bi bikaranîna şewba koronayê berê jî zexta li ser zanîngehan zêde kiribû. Niha jî di berdewamiya vê yekê de, dixwaze van zextan zêde bike. Piştî erdhejê pêdiviya herî mezin a erdhejzedeyan ev e ku ew karibin tevlî nav civakê bibin, dermanê mirovan mirov e. Desthilatdariya AKP û MHP’ê dixwaze vê hevgirtin û rêxistinbûnê asteng bike. Desthilatdarî dixwaze zanîngehan pûç bike û mûxalefeta li hemberî xwe asteng bike. Ji ber ku li zanîngehan perwerdehiya ji dûr ve hate destpêkirin û wargeh dan erdhejzedeyan wê ev tişt di nav xwendekarên zanîngehê de bandoreke mezin çêbike. Bi vê wê hêviya ciwanan a ji bo guherînê nemîne.”
NEFRETA LI HEMBERÎ PENABERAN
Dr. Serhat Sîzgîn bal kişand ser rewşa koçber û penaberan û got “Penaber di hemû civakên cîhanê de koma herî dezavantaj in. Dema dimirin jî, ew komek mirovên bê nasname ne, ku tenê bi hejmaran di nûçeyan de qala wan tên kirin. Di nûçeyan de jî penaber û koçber wekî talanker û kesên divê bimirin hatin nîşandan. Medyaya Tirk tiştên ku ji bo Kurdan digotin, ev hefteyek in ji bo penaberan dibêje. Hêrsa ku divê li dijî dewletê bûya, şandin ser penaberan. Civaka Tirkiyeyê penaber kiribû hedef û berê xwe dabû birêxistinkirina nefretê. Dewleta Tirk hêzên xwe yên paramîlîter xist dewrê û li kolanan qetlîam kir. Bi vê re xwestin peyamekê bidin Kurdan û hemû mûxalifên li Tirkiyeyê. Divê were zanîn êşkence sûcekî mirovayetiyê ye û divê hemû kes li dijî vê êşkenceyê bin.”