Baroya Êlihê giliyê kes û saziyên berpirs kir
Baroya Êlihê, giliyê kes û saziyan kir ku berpirs in ji erêkirina projeyên çêkirina avahiyan ku bi rabûna erdhejê re bûne kavil.
Baroya Êlihê, giliyê kes û saziyan kir ku berpirs in ji erêkirina projeyên çêkirina avahiyan ku bi rabûna erdhejê re bûne kavil.
Baroya Êlihê, giliyê kes û kûsên berpirs li serdozgeriyên bajaran kir ku erdhej lê rabûye.
Têkildarê serlêdana ji bo gilîkirinê ev tişt hatin diyarkirin:
“Ji aliyê baroya me ve, giliyê miteahîd û peywirdarên ji çêkirin û erêkirina projeyên avahiyên xerabûyî berpirs, li serdozgeriyên komarê yên Mereş, Meletî, Edene, Amed, Hatay, Kilîs, Semsûr, Osmaniye, Riha û Dîlokê hatiye kirin ku hemû kesên şikeber bên tespîtkirin û doz li wan bê kirin û wê baroya me pêvajoya hiqûqî bişopîne.“