ROJANE
Hemû Nûçe
-
Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê biryara tevdîrê ya NY were bicihanîn!
Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kir ew 2 sal in nikarin agahiyan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din werbigirin û got “Divê biryara tevdîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî were bicihanîn.” -
Polîsan gule li mala malbata Ergul reşand, 5 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Bazîdê duh êvarê di serdegirtina malan de ji malbata Ergul 5 kes hatin destgîrkirin. -
Koçberên ji ber erdhejê bi hevgirtinê li ber xwe didin
Hevberdevka GOÇÎZDER’ê Pinar Kamîle Kandal diyar kir ku li Stenbolê wan xwe gihandine hezar kesên ji herêma erdhejê koç kirine û got “Koçberên ji ber erdhejê bi hevgirtinê li ber xwe didin.” -
ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
ÎHD: Ji ber têrnekirina mudaxeleyan bi sedan kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
Di Rapora Erdhejê ya Hatayê de ku ÎHD’ê weşand, hat diyarkirin ku sê rojên pêşîn ên erdhejê xebat ji bo lêgerîn û xelaskirinê nehatiye kirin û ji ber têrnekirina mudaxeleya bi lezgînî, bi sedan kesan jiyana xwe ji dest daye. -
HDP’ê, ji ber girtinan bertek nîşanê desthilatdariyê da
Desteya Birêvebir a Navendî ya HDP’ê, got: “6 hevalên me, bi awayekê nehiqûqî hatin girtin. Ev operasyon, xweperpitandinên dawîn ên deshilatdariyê ne. Roja xwestina hesab, nêz e.“ -
60 milyon û 904 hezar kes wê di hilbijartinan de deng bidin
Di hilbijartinan de derveyê welêt jî di nav de, wê 60 milyon û 904 hezar kes bikarin deng bidin. -
Li Şaredariya Viyanayê resepsiyona Newrozê
Bi pêşengiya Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Avûstûryayê (FEKOM) li paytexta Avûstûrya Viyanayê Kurd û dostên wan hatin ba hev û resepsiyona Newrozê li dar xistin. -
Hejmar kesên di lehiya li Rihayê de jiyana xwe ji dest dan bû 21
Cenazeyê ajovanê TIR’ê Emîn Ergun ê ku li Rihayê ber lehiyê ketibû, piştî 9 rojan hate dîtin. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî bû 21. -
Tifaqa Ked û Azadiyê protokola hilbijartinê pêşkêşî Desteya Hilbijartinê kir
Tifaqa Ked û Azadiyê protokola tifaqê ya têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê pêşkêşî Desteya Bilind a Hilbijartinê kir. -
Li Êlih û Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
Li Êlihê jina bi navê Z.A di mala xwe de bi kêrê li Stenbolê jî Umida Tulyaganova ji aliyê Riza Beler ve bi êşkenceyê hat qetilkirin. -
HDP: Hedefa me ya stratejîk a bingehîn ev e ku desthilatdariya AKP û MHP’ê biçe
Hevserokên Giştî yên HDP’ê di civîna hevserokên bajaran de axivî û got “Em bi hedefa 100 parlementeran ji vê hilbijartinê re xwe amade dikin.” -
Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Malbatê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serlêdanên nû kirin. -
Bernameya ekonomiyê ya alternatîf pêwîst e
Ekonomîst Ozgur Muftuoglû diyar kir ku divê di pêvajoya hilbijartinê de planek alternatîf û şênber hebe. -
Ozturk: Divê em rejîma yek şexsî têk bibin
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk destnîşan kir ku weke Tifaqa Ked û Azadiyê wê destpêkê rejîma yek şexsî têk bibin, piştre jî ji bo çareserkirina meseleyên bingehîn têbikoşin. -
'Desthilatdarî li herêma erdhejê metirsiyê zêde dike'
Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere diyar kir ku desthilatdarî li herêma erdhejê hem bi rêbaza rakirina enqazê hem jî bi lêkirina bi lez a avahiyan, metirsiyê zêde dike. -
ROJEVA 24'Ê ADARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di lîstika Euroloeagueyê de ala 'Azadî ji bo Ocalan'
Li paytexta Yewnanistan Atînayê di lîstika basketbolê ya Euroloeagueyê de ya di navbera Panathinaikos û Barcelona de, ala li ser "Azadî ji bo Ocalan" nivîsandî hat vekirin. -
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Çîçek li Îzmîrê hat girtin
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Berfîn Çîçek hat girtin. -
Li Bazîdê di navbera gerîla û leşkerên artêşa Tirk a dagirker şer çêbû
Li Bazîdê di navbera gerîla û leşkerên artêşa Tirk a dagirker şer çêbû. Hat diyarkirin ku gerîlayek dîl hatiye girtin. -
Sancar: Em ê bi hev re bi ser bikevin, vê sîstemê biguherînin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar got, "Berpirsyariya me ji bo guhertina sîstemê zêde bûye. Em ê bi navê Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Ji vê cudatir rêyeke din nîne." -
Di Doza Kobanê de îfadeyên Bîlgen û Tan bûn sedema girtinê
Îfadeyên ku Ayhan Bîlgen û Altan Tan di Doza Kobanê de dane, bûye sedem ku girtina siyasetmedaran bidome. -
HBDH’ê li Edeneyê Newroz silav kir
Milîsên HBDH'ê yên Mazlûm Dogan li Edeneyê Newroz bi çalakiya molotofê silav kirin. -
KCDK-E bang li hilbijêrên li Ewropayê kir ku bila qeydên xwe kontrol bikin
KCDK-E ji bo hilbijartina di 14’ê Gulanê de bang li hilbijêrên li Ewropayê kir ku bila qeydên xwe kontrol bikin. -
HBDH’ê 'Fermandarê nemir' Baran Serhat bi bîr anî
Komîteya Rêveber a HBDH'ê Baran Serhat ê di 23'ê Adara 2019'an de di encama êrîşeke sûîqestê ya dewleta Tirk de şehîd bibû, bi bîr anî.