60 milyon û 904 hezar kes wê di hilbijartinan de deng bidin
Di hilbijartinan de derveyê welêt jî di nav de, wê 60 milyon û 904 hezar kes bikarin deng bidin.
Di hilbijartinan de derveyê welêt jî di nav de, wê 60 milyon û 904 hezar kes bikarin deng bidin.
Biryarên ku Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) duh di civînê de dan, îro di Rojnameya Fermî de hatin weşandin. Li gor biryarên ku YSK’ê dan, wê di hilbijartinên Serokkomariyê û Parlamenteriyê yên 28’emîn de, li welêt li ser 190 hezar û 736 sindoqan, 60 milyon û 904 hezar kes bikarin deng bidin. Li derveyê welêt jî wê li ser 4 hezar û 969 sindoqan 3 milyon û 286 hezar û 786 kes bikarin dengê xwe bidin.
12’ê Nîsanê wê dest bi çapkirina pûsûlayên dengan ên hilbijartina serokkomariyê bê kirin û 19’ê Nîsanê jî dest bi çapkirina pûsûlayên dengan ên hilbijartina parlalementeriyê bê kirin.
PÛSÛLAYÊN DENGAN ÊN BI HEV Û DIN VE
Hilbijartina serokkomariyê û ya parlamenteriyê bimînin cara duduyan, wê 28’ê Gulanê ji bo deng bên dayîn, 249 milyon û 670 hezar û 310 pûsûlayên ên bihevvekirî bên çapkirin.
ŞABLON JI BO HILBIJÊRÊN ÇAVÊN WAN NABÎNIN
Piştî ku teşeyê pûsûlayên dengan bên diyarkirin û bên ber çapkirinê, wê qulikên ji bo mohrê di pûsûlayên dengan de bên vekirin. Wê ji bo 814 hezar û 120 kesên ji çavên xwe berasteng in, şablonên dengdayînê bên çêkirin û ji aliye YSK’ê ve li welêt bên belavkirin û ji derveyê welêt re bên şandin.
Her wiha, biryara têkildarê encamên desteyên hilbijartinê yên navçe û bajar ên YSK’ê û giştînameya têkildarê esasên diyarkirina encamên hilbijartinan jî di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.