Bernameya ekonomiyê ya alternatîf pêwîst e
Ekonomîst Ozgur Muftuoglû diyar kir ku divê di pêvajoya hilbijartinê de planek alternatîf û şênber hebe.
Ekonomîst Ozgur Muftuoglû diyar kir ku divê di pêvajoya hilbijartinê de planek alternatîf û şênber hebe.
Ekonomîst Ozgur Muftuoglû diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê divê mînakekê dane ku desthilatdariyê bi rêve bibe û daxwazên kedkar, karker û kesên xizan bîne ziman û destnîşan kir ku plana ekonomîk a ku bi sîstemê re pirsgirêka wê heye, girîng e.
Pisporê Ekonomiya Xebatê û nivîskarê ekonomiyê Ozgur Muftuoglû bersiva pirsên ANF’ê da.
Ekonomî demek dirêj e xirab e. Bi erdhejê re ev rewş veguherî çi?
Bi vê erdhejê re sefaleta vê desthilatdariyê jî derket holê. Nîşan da ku dema karesatek bi vî rengî çêbû organîzasyon û tedbîrên pêwîst berê nehatine girtin ku pêwîstiyên mirovan pêşwazî bike. Ji xwe çavkanî çûn hin derên din. Niha tiştek hîn mezintir derket holê. Mînak tê gotin ku maliyeta erdhejê bi texmînî 103 milyar dolar e. Yanî derdora 2 trilyon lîre ye.
Di pêvajoya piştre de ekonomî wê çawa sererast bibe?
Li aliyekê ji xwe ji rewşa siyasî îhale hatin dayîn. Di 40 rojan de kon nehatin temînkirin. Hîna jî desthilatdarî qala avahiyên ku di nava salekê de werin çêkirin, dike. Li aliyê din jî weke bijarteka desthilatdariyek cidî û alternatîf, Tifaqa Milet heye. Ji xwe fatûreya krîzek ekonomîk a mezin heye. Beriya erdhejê jî me qala vê fatûreyê dikir ku pir mezin e. Niha jî fatûreyek a erdhejê li ser vê yekê zêde bû.
Li gorî we wê ev yek bi rêya kê were kirin?
Li vir pir zêde bijartek nîn in. Ya hûnê fatûreyê belavî beşên civakê bikin, ya jî hûnê bêjin ya duyemîn. Tercîha desthilatdariya AKP-MHP’ê diyar e. Mîna hetanî roja îro wê vê yekê li ser milê civakê bike bar. Fikrek cuda ya Tifaqa Milet jî li vir nîn e.
Divê çi were kirin, niha ber bi hilbijartinê ve jî weke siyasî divê planek çawa were kirin?
Ez nizanim wê ya berê biçe û ya nû were. Lê kê were bila were, derbarê bernemeya ekonomîk a pêk bîne nediyartiyek mezin heye. Beranameyek nîn e ku kedkar, karker û kesên xizan fatûreyê nedin û xizaniya van asteng bike. Hêviya min ew e ku Tifaqa Ked û Azadiyê mînakek dane holê ku desthilatdariyê bi rêve bibe û daxwazên karker û kedkaran bîne ziman.