Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Malbatê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serlêdanên nû kirin.

Ev du sal in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Malbat ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê yên di bin tecrîda mutleq de ne, serlêdanên nû kirin.

Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî, birayê Omer Hayrî Konar ê bi navê Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim ê bi navê Polat Yildirim û xwîşka Veysî Aktaş a bi navê Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin. Ev du sal in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin.

Parêzer hefteyê du caran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin, serlêdanê dikin. Lê belê daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin.

Herî dawî piştî ku 13 'ê Nîsanê qedexeya hevdîtinê ligel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 18 'ê Cotmehê de bi dawî bû, hat hînbûn ku ev qedexe bi awayekî otomatîk 6 mehên din hatiye dirêjkirin.

Piştî ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di 20-29'ê Îlonê de serdana Tirkiyeyê kir, fikarên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd zêde bûn. CPT’yê di 3’ê Cotmehê de bi daxuyaniyekê ragihand ku Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Tîpa F'yê ya Îmraliyê di nav saziyên ku serdana wê kirine de ye.

Lê Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihandibû ku di serdana CPT’yê de wan agahiya ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk neanîne girtine û ev rewş fikarên wan zêde kiriye. Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 29'ê Mijdarê de daxuyaniyek da û got, "Me agahî girt ku di Îlona 2022'yan de dema CPT'yê çû Girava Îmraliyê birêz Ocalan derneketiye hevdîtin."