'Desthilatdarî li herêma erdhejê metirsiyê zêde dike'
Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere diyar kir ku desthilatdarî li herêma erdhejê hem bi rêbaza rakirina enqazê hem jî bi lêkirina bi lez a avahiyan, metirsiyê zêde dike.
Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere diyar kir ku desthilatdarî li herêma erdhejê hem bi rêbaza rakirina enqazê hem jî bi lêkirina bi lez a avahiyan, metirsiyê zêde dike.
Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku desthilatdariyê guh neda hişyariyên pisporan ên piştî erdheja sala 1999'an û li gorî erdhejê gav neavêt.
Kizildere bi bîr xist ku piştî 38 roj di ser erdhejê re derbas bûn, pisporan têkildarî felaketa erdhejê hişyarî dan desthilatdariyê, lê belê desthilatdariyê guh neda wan û got, "Li Amedê mexdûrên erdhejê li kêleka çem hatin bicihkirin. Li Skenderûnê li kêleka deryayê hatin bicihkirin. Rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî gelek caran hişyarî dan desthilatdariyê. Gotin ku eger hûn van bikin dibe ku av li wan biqewime. Mixabin mîna ku hişyarî hate dayin baraneke zêde bariya û di encamê de jî lehî rabû. Ji başûr ber bi bakur ve bandor li Riha, Semsûr, Meletî u Amedê kir."
Menekşe Kizildere anî zmian ku mexdûrên erdhejê hîn travmaya erdhejê ji ser xwe neavêtibûn û bersiv ji pêwîstiyên wan ên bingehîn re nehatibû dayin, vê carê afeta lehiyê li wan rabû û got, "Li Rihayê ji ber xwesteka rantê ya desthilatdariyê mirovan jiyana xwe ji dest dan. Xaçerêya li kêleka çem hate çêkirin bi ti awayî li rewşa bajêr nedihat, mîna gorekê bû. Li gel Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya AKP'î amûr û alavên ku avê veguhezin tune bû ku ev yek jî nîşan dide, desthilatdarî li vê yekê nefikirî ye."
AVAHIYÊN BI LEZ, GEFÊN NÛ YE
Kizildere diyar kir ku desthilatdariyê li herêma erdhejê bi lez dest bi çêkirina avahiyan kiriye, lê belê ev yek dikare hilweşîneke nû bi xwe re bîne û bi bîr xist ku zanyar dibêjin erdhej wê heta salekê dewam bike.
Kizildere got, "Em qala qadeke welê mezin dikin ku erdhej hîn jî bandorê lê dike. Çima bi lez dest bi karê çêkirina avahiyan tê kirin? Înşaetên ku niha li herêma afetê dewam dikin, divê bêne rawestandin. Di roja 17'an a erdhejê de di navbera Meletî û Hatayê de guhertineke cidî ya zemînê çêbûye. Li zemînê av û xîz kom bûye. Bêyî ku pêwîstî bi hejandinê hebe ev yek pêk hat. Piştî vê afetê zemîn hîn jî diguhere, bi ti awayî nabe ku niha avahî bêne çêkirin. Ev avahiyên têne çêkirin bi taybetî jî avahiyên li nava zeviyên çandiniyê têne çêkirin, diyar e ku ji bo rantê ne."
Kizildere anî ziman ku erdhejê bandor li 15 milyon kesî kiriye û destnîşan kir ku divê piştî erdhejê pêvajoya bi sê qonaxan li ber çavan bê girtin. Kizildere diyar kir ku divê destpêkê pêvajoya akût, piştre ya rehabîlîtasyonê herî dawî jî pêvajoya înşaetê destpê bike. Kizildere got, "Karê esasî û sereke yê ku niha bê kirin ew e ku mexdûrên erdhejê ji konan bêne derxistin û li konteyniran bêne bicihkirin. Divê karê destpêkê ew e ku li herêmê jiyan ji nû ve bê avakirin, dikandar karibin jinûve karê xwe bikin."
RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ DIVÊ BÊNE XURTKIRIN
Kizildere destnîşan kir ku berprisyarên felaketên erdhej û lehiyê desthilatdariya bêberpirsyarî û rêveberiyên xwecihî ye û bi bîr xist ku li Tirkiyeyê rêveberiyên xwecihî bi navendê ve hatine girêdan, bi vî rengî hatine birêxistinkirin, ev jî bingeha pirsgirêkê ye.
Kizildere anî ziman ku bajarên ewle yên li hevsengiya xwezayê tên dikarin bêne avakirin, ev jî bi xweserîbûna rêveberiyên xwecihî dibe û got, "Pêwîstî bi guhertinek têkildarî rêveberiyên xwecihî heye. Ev guhertin jî divê ne ji Enqereyê be, lê li gund û taxan be. Divê her tax, her gund xwe ji afetê re amade bikin."