ROJANE
Hemû Nûçe
-
Partiya Çep a Kesk ji bo têkbirina faşîzmê bang kir
Partiya Çep a Kesk di encamnameya civîna xwe ya 26’ê Adarê de got “Em bang dikin ku gelê me piştgiriyê bidin Partiya Çep a Kesk, em faşîzmê têk bibin û komara demokratîk bi hev re ava bikin.” -
Kurd ji bo azadiyê wê bimeşin Amarayê
Ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di 4’ê Nîsanê de gel û partiyên siyasî bimeşin Amarayê. -
'Tifaqa Ked û Azadiyê bû hêvî ji gel re'
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ozgur Zeydanoglû got, hilbijartinên 2023'an yek ji hilbijartinên herî girîng ên dîroka Tirkiyeyê ye û destnîşan kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê li nava gel bûye cihê hêvî û kelecaneke mezin. -
ROJEVA 27'Ê ADARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Drancyê çalakiya Hefteya Lehengiyê
Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê bi boneya 21-28’ê Adarê Hefteya Lehengiyê çalakî hat lidarxistin. -
Li Melbournê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê konsera Newrozê hate dayîn
Ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê li bajarê Melbournê ya Awistralyayê konsera Newrozê hat lidarxistin. Gelek welatparêz û dostên gelê Kurd tevlî konserê bûn. -
Senetoya Fransayê xelat diyarî YPG û YPJ’ê kir
Senetoya Fransayê ji ber têkoşîna YPG û YPJ'ê ya li dijî DAÎŞ'ê, xelat diyarî berdevka YPJ'ê Rûksan Mihemed û berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd kir. -
Bîlmez nerazîbûn nîşanî tecrîda Îmraliyê da: Bawerî bi Tirkiyeyê nemaye
Ji parêzerên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez nerazîbûn nîşan da ku hevdîtin tên astengkirin û got: “CPT’ê jî got ku bawerî bi van hincetên cezayê disîplînê nîn e. Bawerî bi Tirkiyeyê nemaye.” -
Serlêdana ji bo namzetiya Partiya Çep a Kesk bi dawî bû
Ji bo namzetiya parlamenteriya Partiya Çep a Kesk, 2 hezar û 783 kesan serlêdan kir. -
ROJEVA 26'Ê ADARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Drancyê buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk vedibe
Buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk wê sibê (26’ê Adarê) bi merasîmekê li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê were vekirin. -
Li Frankfûrtê Newroz bi coş hate pîrozkirin
Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza fînalê ya li Elmanyayê ku bi pêşengiya KON-MED'ê li Frankfûrtê bi dirûşma “Bi ruhê berxwedanê 50’emîn Newroza Rêbertiyê” hat pîrozkirin, bûn. -
Berdana Dayika Aştiyê Bûlût hat taloqkirin
Berdana Dayika Aştiyê Hanse Bûlût bi hinceta “poşmaniyê” qebûl nekiriye, 3 meh hate taloqkirin. -
Partiya Çep a Kesk li Stenbolê dest bi kampanyaya hilbijartinan kir
Partiya Çep a Kesk, standa xwe ya pêşîn a hilbijartinan a li Stenbolê, li Qada Îskele ya Kadikoyê danî. -
Li Şehbayê cenazeyê 3 şehîdan bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyên şervana YATʹê Berfîn Bîlal (Rojeng Rifet) û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebdulmenan Seydo (Ebû Seyf) û Mistefa Mihemed (Seyfedîn) bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hatin veşartin. -
Hevseroka HDP’ê ya Datçayê Hulya Ogûz jiyana xwe ji dest da
Hevseroka HDP’ê ya Datçayê Hulya Ogûz, ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. -
Li 3 bajaran ji bo girtiyê nexweş Ozkan çalakî hatin lidarxistin
Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê ji bo girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan çalakî hatin lidarxistin. -
Şêniyên Samandagê pêşiya kamyonên kavilan girtin
Şêniyên Samandagê nehiştin ku kavilên erdejê li nêzî konan were rokirin û pêşiya kamyonan girtin. -
Partiya Çep a Kesk û HDP wê Danezana Hilbijartinê eşkere bikin
Partiya Çep a Kesk û HDP di 30’ê Adarê de Danezana Hilbijartinê eşkere bikin. Di 2’ê Nîsanê de jî Danezana Hilbijartinê ya Jinan were eşkerekirin. -
ÎHD’ê rapora erdhejê eşkere kir: Budçeya herî zêde ji bo şer hat xerckirin
Hevseroka Giştî yê ÎHD’ê (Komeleya Mafên Mirovan) di civîna ku rapora erdhejê lê hat eşkerekirin de axivî û diyar kir ku dewletê budçeya herî zêde ji bo şer xerc kiriye. -
OHD: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were
OHD’ê diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran bûye got: “Em li dijî tecrîda li ser rêzdar Ocalan in û azadiya wî ya fîzîkî dixwazin.” -
Dayikên Şemiyê li aqûbeta bav û kurikê ku Hîzbûllayê ew revandibûn, pirsîn
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk ên ku li Êlihê ji aliyê Hîzbûllahê hatibûn revandin, pirsîn. -
Parlementoya Eyaleta Viyanayê hovîtiya li Helebceyê wekî ‘qirkirin’ qebûl kir
Parlementoya Eyaleta Viyanayê bi yekdengî hovîtiya li Helebceyê wekî ‘qirkirin’ qebûl kir. -
Bêyî Iraqê Herêma Kurdistanê wê nekare petrolê bifiroşe Tirkiye
Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê li ser dosya petrolê ku Iraqê serlêdan kiribû, Tirkiye û Herêma Başûrê Kurdistanê mehkûm kir û biryar da ku bê Iraqê nabe ku Herêma Kurdistanê petrolê bifiroşe Tirkiye. -
Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê biryara tevdîrê ya NY were bicihanîn!
Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kir ew 2 sal in nikarin agahiyan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din werbigirin û got “Divê biryara tevdîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî were bicihanîn.”