ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Mêrsînê bi deh hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
Di Newroza li Mêrsînê de bi deh hezaran kes, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kirin. -
Newroza Stenbolê: Em ê siberojên azad ava bikin
Di Newroza Stenbolê de polîtîkayên şer û tecrîda li Îmraliyê hatin şermezarkirin û hate gotin, "Em ê siberojên ronahî ava bikin." -
Newroza Stenbolê: Em ê serdemeke nû bidin destpêkirin
Newroza li Stenbolê bi dadana agir ji aliyê Dayikên Aştiyê ve destpê kir. Di çalakiyê de hêrsa li dijî tecrîda li Îmraliyê hate nîşandan û hate gotin, "Em ê vê serdemê biqedînin û serdemeke nû bidin destpêkirin." -
Taşdemîr: Ya dîktatorî ya jî demokrasî!
Wekîla HDP'ê Dîrayet Taşdemîr têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê axivî û anî ziman ku hilbijartin ji bo jinan xwedî girîngiyeke krîtîk e û got, "Welat piştî vê hilbijartinê ya wê demokratîk bibe yan jî bi temamî dîktator bibe." -
Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Newrozê li hev kom dibin
Li Stenbolê cejna Newrozê îsal li qada Yenîkapi tê pîrozkirin. Pîrozbahî bi pêşengiya HDP û HDK'ê tê lidarxistin. Bi hezaran kes ber bi qadê ve diçin. -
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serî li AYM’ê da
Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi awayek kêfî têne redkirin. Li ser vê yekê parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. -
ROJEVA 19'Ê ADARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di roja 40’emîn a erdhejê de: Em ê ji bîr nekin, efû nekin, hesap bi pirsin!
Bi wesîleya roja 40’an erdhejê li ber Baroya Stenbolê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Parêzer Eren Can ku dayik û bavê wî li Antakyayê jiyana xwe ji dest dan, wiha got: “Em heqê xwe helal nakin.” -
TDÎ: Dewlet nikare îradeya girtiyan teslîm bigire!
Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan bi wesîleya 18’ê Adarê Roja Piştevaniya bi Girtiyên Polîtîk a Navneteweyî, li Qada Îskele ya Kadikoyê daxuyanî da û got ku dewleta nikare îradeya girtiyan teslîm bigire. -
MLKP: Em li qadên Newrozê bibin yek!
Komîteya Navendî ya MLKP’ê ji bo bilindkirina ala azadî, edalet, wekheviyê û hesabpirsîna ji yên ku erdhej veguherandin komkujiyê, banga daketina qadên Newrozê kir. -
Koalîsyona Navneteweyî sersaxî da QSD’ê: Fedakariyên şehîdan wê neyên jibîrkirin
Fermandariya Operasyonên Taybet ên Hevbeş a Koalîsyona Navneteweyî ji bo 9 şervanên QSD’ê yên şehîd bûne peyama sersaxiyê weşand. -
‘Rewşa girtiyên nexweş Nebîoglû û Tat giran e’
Li Enqere û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bal hat kişandina ser rewşa Firat Nebîoglû û Mahmût Tat. -
Cenazeyê şervana YJŞ’ê Arya Zekî hate veşartin
Şervana YJŞ’ê Arya Zekî ku di 15’ê Adarê de ji ber lehiyê şehîd bûbû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Xizmên windayan li aqûbeta Mungan û Kursep pirsîn
ÎHD’ê û Xizmên Windayan li Amed û Êlihê aqûbeta Mehmet Mungan û Zeynel Kursep pirsîn. -
Yek ji kujerê malbata Şenyaşar li nexweşxaneyê mir
Îbrahîm Yildiz ê ku ew jî tevlî qetlîama li ser malbata Şenyaşar bûbû, ligel ku derbarê wî 5 sal in biryara girtinê heye li nexweşxaneyê mir. -
Dêrsim: Ji bo têkbirina AKP-MHP’ê em biçin qadên Newrozê
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dêrsim ji bo têkbirina dewleta qirker a AKP-MHP'ê bang li her kesî kir ku biçin qada Newrozê. -
ROJEVA 18'Ê ADARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Tevgera Azadî sersaxî li malbatên şehîdên Rojava û QSD’ê da
Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî bi peyamekê sersaxî da malbatên şervanên ku di qezaya helîkopterê de şehîd bûbûn. -
Bîlançoya di lehiyê de girantir bû
Ji ber lehiya li Riha û Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 18. -
Dewleta Îranê girtiyê Kurd Mehyedîn bi dar ve kir
Girtiyek din ê Kurd Mehyedîn Îbrahîm ji aliyê dewleta Îranê ve li girtîgeha Urmiyeyê hat bidarvekirin. -
Dosyayên parêzbendiyan ên 3 wekîlên HDP û TÎP'ê di rojeva Meclîsê de ne
Dosyayên parêzbendiyê yên parlamenterên HDP’ê Huda Kaya û Mûsa Pîroglû û parlamenterê TÎP’ê Bariş Atay pêşkeşî Serokatiya Meclisê hatin kirin. -
KONGRA-GEL: Bi ruhê seferberiyê em tevlî Newrozê bibin
KONGRA-GEL bang kir ku divê tevlêbûna Newrozê bi ruhê seferberiyê were kirin û got “Hilbijartinên ku wê di vê demê de were kirin, ji bo hilweşandina faşîzma AKP û MHP’ê firsendeke mezin e.” -
IPU ji bo doza Kobanê wê raportor û heyetekê bişîne
IPU biryar da ku ji bo şopandina doza Kobanê raportor û heyeteke di asta bilind de bişîne. IPUyê bal kişand ser vî tiştî ku hebûna HDP’ê girîng e. -
Malbata Şenyaşar 725 roj in têkoşîna ji bo edaletê didomîne
Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatine qetilkirin di çalakiya nobetê de ne, diyar kirin heta ku edalet pêk were wê li pêşiya edliyeyê bin. -
Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbata girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.