IPU ji bo doza Kobanê wê raportor û heyetekê bişîne

IPU biryar da ku ji bo şopandina doza Kobanê raportor û heyeteke di asta bilind de bişîne. IPUyê bal kişand ser vî tiştî ku hebûna HDP’ê girîng e.

Rûniştina 146’emîn a Yekîtiya Di Navbera Parlementoyan de (IPU) di 11-15’ê Adarê de li Manamayê ya ku paytexta Bahreynê ye pêk hat. Di rûniştinan de hevberdevkê Komîsyona Karên Derve ya HDP’ê Hişyar Ozsoy partiya xwe temsîl kir.

Di teksta biryarê de hate diyarkirin ku derbarê parlementerên HDP’ê ji 20’ê Gulana 2016’an û vir ve nêzî 600 sûcdariyên ‘terorê’ hatine kirin û ji sala 2018’an û vir ve derbarê 30 parlementeran jî biryara girtinê hatiye dayîn. Di tekstê de hate gotin parlementeriya 13 parlementeran hatiye xistin û dibe ku ev hejmar zêde bibe.

Di biryarê de hate diyarkirin bi referansa çavdêriyên rayedarê IPUyê yên ku dozên HDP’ê dişopandin, hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş bi adilane nehatiye darizandin. Di heman demê de hate bîrxistin ku di 20’ê Kanûna 2020’an de Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Demîrtaş biryar dabû, ji dêvila ku Demîrtaş were berdan derbarê wî dozên nû hatine vekirin.

Hin biryarên di tekstê de wisa ne “Roj bi roj îxtîmala girtina HDP’ê zêde dibe û em ji ber vê rewşê bi fikar in. Rayedarên ku dixwazin HDP’ê bigirin, HDP û PKK’ê wekî hev dibînin lê komîteya me diyar dike ku HDP partiyeke siyasî ya qanûnî ye. Komîte dixwaze ku hebûn û fonksîyona HDP’ê bidome û bang li Tirkiyeyê dike ku bila berpirsyariyên di Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bîne. Di demên dawîn de DMME derbarê dozên parlementerên HDP’ê hin biryar dane lê Tirkiyeyê van biryaran bi cih naye. Wekî di mînaka Demîrtaş de xuya dibe, bi darizandinan re tê xwestin ku mûxalefet were xeniqandin. Hê jî neh parlementer girtî ne û ji ber vê rewşê di nav fikaran de ne. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku van parlementeran berde û cezayê li ser wan bi dawî bike.

JI BO DOZA KOBANÊ ÇAVDÊR

Ji ber fikarên darizandina adilane û daxwaza ku tê xwestin HDP were girtin, me biryar daye em çavdêran bişînin ji rûniştina Doza Kobanê. Ji ber fikarên ku me li jor diyar kiriye û hilbijartina li Tirkiyeyê were kirin heke heyetek biçe û derbarên van meseleyan bi aliyan re hevdîtinan bike wê gelekî baş be. Komîteya Mafên Miroavan a Parlementeran a IPU’yê rewşa hiqûqî ya 64 parlementerên HDP’ê dişopîne.”