Malbata Şenyaşar 725 roj in têkoşîna ji bo edaletê didomîne

Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatine qetilkirin di çalakiya nobetê de ne, diyar kirin heta ku edalet pêk were wê li pêşiya edliyeyê bin.

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn.  Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 725’an de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar di danê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê edliyeyê, pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” vekirin û dest bi çalakiyê kirin. 

Ferît Şenyaşar di çalakiyê de diyar kir ku nobeta wan 725 rojan li pey xwe dihêle û ev tişt anî ziman: “Em di doza xwe de mafdar in û hemû kes jî bi vê dizane. Serdozgerê dewletê jî, walî jî dizane ku em mafdar in. Ligel ku kesê ev komkujî pêk anî parlamenterê desthilatdariyê ye jî, parlamenterên wan bi xwe jî vê komkujiyê qebûl nakin. Lê hêj jî serokkomar vî parlamenterî diparêze. Lewma dadgeh peywira xwe bi cih nayîne. Birayê min 5 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Piştî 4 salan doza komkujiya nexweşxaneyê vebû lê birayê min hê jî girtî ye. Ji ber wê jî nobeda me ya edaletê hê jî didome. Daxwaza me edalet e û heta edalet pêk were em ê çalakiya xwe bidomînin.”