KONGRA-GEL: Bi ruhê seferberiyê em tevlî Newrozê bibin

KONGRA-GEL bang kir ku divê tevlêbûna Newrozê bi ruhê seferberiyê were kirin û got “Hilbijartinên ku wê di vê demê de were kirin, ji bo hilweşandina faşîzma AKP û MHP’ê firsendeke mezin e.”

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL derbarê Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Newroza 2023’an li Rêber Apo, li gelên Kurdistan û herêmê, li hemû hevalên me yên li çiya, zindan û li her dera ku lê ne li ber xwe didin û li dostên me pîroz be.”

'BI NEWROZÊ RE WÊ BERXWEDAN MEZIN BIBE’

Em hemû şehîdên Newrozê di şexsê Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan û Sema Yuce de ku bi geşkirina agirên bi bedenên xwe polîtîkayên hovane yên faşîzmê têk birin, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Bi wesîleya  Newroza 51’emîn a Rêber Apo em bi ruhê Newrozê têkoşîna bi heybet a gerîlayên Modernîteya Demokratîk a ku li dijî hemû konseptên herêmî û navneteweyî ku dixwest agirê Newrozê yê Mazlûm Dogan bitefînin, silav dikin.

Em dikevin Newroza 51’emîn a têkoşîna azadiyê ya ku Rêber Apo di Newroza 1973’an de daye destpêkirin. Di vî warî de PKK partiyeke Newrozê ye. Bi têkoşîneke bê hempa ya li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên mêtingeriyê, pergala dewleta faşîst a qirker ketiye pêvajoya hilweşînê. Bi vê Newrozê re em dikevin sala 50’emîn a têkoşîna Rêber Apo.

Ji ber vê sedemê em Newroza îsal bi coş û moraleke mezin a ku bi destkeftiyên têkoşînê hatiye afirandin, pêşwazî dikin. Em ê êşa gelê me yê ji ber erdhejê li ber çavan bigirin, Newrozê li ser esasê bilindkirina berxwedan û têkoşînê pêşwazî bikin.

Em ê tevî gelê xwe û dostên xwe re bi rihê Newrozê agirê berxwedanê geş bikin, em ê bi hevgirtina civakî birînên erdhejê bipêçin. Di vê pêvajoya dîrokî de ku tê wateya hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê ye em ê bi ruhê Newrozaê agirê berxwedanê geş bikin û xebatên hilbijartinê bi ruhê seferberiyê bimeşînin.

Divê em bi rihê seferberiyê ku li gorî wate û girîngiya têkoşîna sala 50’emîn a Rêber Apo, peywirên vê pêvajoyê bi cih bînin. Gelê me û tevgera me, em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji xwe re bikin armanc û ji xeynî serkeftinê em tiştekî din qebûl nakin.

FIRSENDA JI BO HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ

Hilbijartinên ku di vê pêvajoyê de bên kirin, ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê firsendeke mezin e. Hilweşîna desthilatdariya AKP-MHP'ê wê ji bo hilweşandina kevneşopiya nîjadperestiya sed salî ya Îttîhad û Terakkî bibe gaveke gelekî girîng. Vê kevneşopiya tekparêz li hemberî çareseriya pirsgirêka Kurd a li herçar parçeyên Kurdistanê, gelên herêmê û li pêşiya siberoja wê ya demokratîk astenga herî mezin e.

Di vî warî de divê em bi kûrbûneke wê bi girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê pêk werin beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin û li ser vê bingehê hemû derdorên xwe seferber bikin. Em Cejna Newrozê li hemû gelê xwe û li dostên xwe ji dil pîroz dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin."