ROJEVA 24'Ê ADARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere diyar kir ku desthilatdarî li herêma erdhejê hem bi rêbaza rakirina enqazê hem jî bi lêkirina bi lez a avahiyan, metirsiyê zêde dike.
- Ji gerîlayên YJA Starê Faraşîn Miştenûr diyar kir kuw eke gerîlayên jin haya wan ji rola wan heye û got, "Em ê têkoşîna xwe hîn mezin bikin."
- Li Zanîngeha Bretagne ya li Lorîentê, xwendekarên Kurdistanî tevî dostên xwe li ser Jineolojî û dîroka Kurdistanê konferansek lidar xistin.
- Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed qala pîrozbahiyên îsal ên Newrozê kir û ji bo bidawîkirina siyaseta qirkirinê ya li ser Kurdan bang li ciwanan kir ku li qada navneteweyî bi berpirsyarî rabin.
- Rêzan Bîlkay (Delîl Çiyager) ku 23'ê Mijdara 2022'an li Metînayê şehîd bû, li paytexta Elmanya Berlînê hate bîranîn.
- Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk destnîşan kir ku weke Tifaqa Ked û Azadiyê wê destpêkê rejîma yek şexsî têk bibin, piştre jî ji bo çareserkirina meseleyên bingehîn têbikoşin.