KCDK-E bang li hilbijêrên li Ewropayê kir ku bila qeydên xwe kontrol bikin

KCDK-E ji bo hilbijartina di 14’ê Gulanê de bang li hilbijêrên li Ewropayê kir ku bila qeydên xwe kontrol bikin.

KCDK-E bang li hilbijêrên li Ewropayê kir ku bila qeydên xwe kontrol bikin.

KCDK-E’yê got “Ev ne hilbijartineke ji rêzê ye û dikare 100 salên pêşiya me diyar bike. Ji ber vê dengek jî gelekî girîng e û her kes hay ji vî tiştî heye. Dîktator ê ku fêm kir  ew ê têk biçe, ji bo ku kesên wê deng nedin wî neçin ser sindoqan hemû metodên psîkolojîk dixe dewrê.

Hemû kesên ku alîgirên demokrasî, wekhevî û azadiyê ne, divê dengê xwe bidin. Her dengekî ku nehatiye dayîn wê temenê Erdoganê dîktator dirêj bike. Heke qeyda we ya dengdanê tunebe divê hû qeyda xwe kontrol bikin.

Lîsteya hilbijêran û ya hilbijêrên nû wê heta 2’ê Nîsanê bidome. Lîsteyên ji bo dengdanê li ser malpera  https://secmen.ysk.gov.tr/secmen-yurtdisi heye û divê kontrol were kirin.

Kesên qeydên wan şaş in, divê biçin konsolosxaneyan û ev tişt di bin berpirsyariya koordîansyonên me yên hilbijartinê ne.

Hemû konsolosxane ji bo qeydên nû yê hilbijêran û sererastkirina qeydan, nava hefteyê û dawiya hefteyê vekirî ne.”