Tifaqa Ked û Azadiyê protokola hilbijartinê pêşkêşî Desteya Hilbijartinê kir
Tifaqa Ked û Azadiyê protokola tifaqê ya têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê pêşkêşî Desteya Bilind a Hilbijartinê kir.
Tifaqa Ked û Azadiyê protokola tifaqê ya têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê pêşkêşî Desteya Bilind a Hilbijartinê kir.
Ji Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Kesk a Çep) Dûrsûn Bektaş, ji Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, ji Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Eren Gonen, li ser navê partiyên ku wê di bin sîwana Tifaqa Ked û Azadiyê tevlî hilbijartinê bibin, protokol pêşkêşî Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) kirin.
Nûnerê HDP'ê yê YSK'ê Mehmet Rûştû Tiryakî jî tevlî nûnerên partiyan re tevgeriya. Protokol ji aliyê nûneran û Serokê YSK’ê Ahmet Yenet ve hate îmzekirin.