Ozturk: Divê em rejîma yek şexsî têk bibin
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk destnîşan kir ku weke Tifaqa Ked û Azadiyê wê destpêkê rejîma yek şexsî têk bibin, piştre jî ji bo çareserkirina meseleyên bingehîn têbikoşin.
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk destnîşan kir ku weke Tifaqa Ked û Azadiyê wê destpêkê rejîma yek şexsî têk bibin, piştre jî ji bo çareserkirina meseleyên bingehîn têbikoşin.
Serokê Giştî yê EHP’ê got ku Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo Serokkomariyê namzet diyar nekir û ev derfetek pir girîng e û diyar kir ku wan ji bo demokrasiyê derî vekiriye. Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk ji ANF’ê re têkildarî vê yekê ji ANF’ê re axivî.
Ozturk diyar kir ku ew bi mijarek pir mezin re rû bi rûne û wiha got: “Êdî her kes dizane ku rejîma yek şexsî di nava despotîk û kiryarên bi xeter de ye. Mijara bê karitiyê jî heye. Mirov êdî ji demekê û şûn de dest ji lêgerîna kar berdidin û hêviya xwe ya kar dîtinê winda dikin. Lewma divê em jî li dijî rejîma yek mêr rawestin.”
‘EM DERFETEK GIRÎNG PÊŞWAZÎ DIKIN’
Ozturk destnîşan kir ku weke Tifaqa Ked û Azadiyê nediyarkirina namzetiyê derfetek gelek girîng e û ev tişt got: “Niha ji bo hêz bibin yek şert û mercên destdayî hemû hene. Divê em bibin yek û rejîma yek mêr têk bibin.”
‘EM DESTPÊKÊ VÊ DESTHILATDARIYÊ TÊK BIBIN’
Ozturk ragihand ku ew ê destpêkê hikûmeta heyî bi guherînin û piştre bi pirsgirêkên cuda re têbikoşin û got: “Li Tirkiyeyê mijarên ku divê werin guhertin hene. Ji tenduristî heta ekonomiyê pirsgirêkên cidî û çareseriyên me yên esas hene. Lê ji bo têkbirina rejîma yek mêr, divê em muxalefeta civakî ya herî mezin bînin ba hev. Ji bo vê yekê jî Tifaqa Ked û Azadiyê hewl dide.”