Li Şaredariya Viyanayê resepsiyona Newrozê

Bi pêşengiya Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Avûstûryayê (FEKOM) li paytexta Avûstûrya Viyanayê Kurd û dostên wan hatin ba hev û resepsiyona Newrozê li dar xistin.

Resepsiyona Newrozê li avahiya şaredariyê bi pêşengiya FEYKOM û serokatiya wê re bi awayek hevpar hat lidarxistin. Zêdeyî 200 dostên Kurdan tevlî resepsiyonê bûn.

Ji welatên cuda sefîrê/a Japonyayê, sefîrê/a bilind ê Îtalyayê, sefîrê/a billind ê Çekoslovakyayê, KNK’î û gelek endamên meclîsa giştî, parlamenter, rojnamevan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, ji HDP’ê Şaredara berê Leyla Îmret û ji Serokatiya 9’emîn a Şaredariya Viyanayê Saya Ahmad jî tevlî resepsiyonê bûn.

Axaftina destpêkirinê ya resepsiyonê îsal Jîna A. kir. Jîna A. diyar kir ku Newroz roja berxwedanê yek û qala êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk kir.

Di resepsiyonê de ji Parlamenteriya Eyalet û Meclîsa Viyanayê SPO’yê Şafak Akçay, ji Meclîsa Neteweyî ya Avûstûrya ya Partiya Keskan Ewa-Ernst Dzîedzîc, ji Meclîsa Neteweyî ya Avûstûrya ya SPO’yê Harald Troch, Saya Ahmad, Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Adem Ûzûn, Nûnera HDP’ê ya Elmanyayê Leyla Îmret amade bûn.

Adem Ûzûn bang kir ku Newroza sala bê li Kurdistanê were pîrozkirin û Şafak Akçay jî bal kişand ser cudakariya di navbera mexdûrên erdhejê yên Kurd û Elewî de hatine kirin.

Ji Meclîsa Neteweyî ya Avûstûryayê ya Partiya Keskan Eva-Ernst-Dzîedzîc, qala hilweşîna ku AKP-MHP’ê di erdhejê de pêk anî, kir.

Ji Meclîsa Neteweyî ya Avûstûrya ya SPO’yê Harald Troch got: “Şandina Erdogan encex bi dengdayîna ji bo HDP’ê pêkan e.” Leyla Îmret jî Newroz silav kir.

Hunermendê Kurd Hamîd, koma wî û  û Şivan Perwer jî bi stranên xwe tevlî merasîmê bû.

Di resepsiyonê de, banga tevlîbûna merasîma Gasometer Gûrgelgasseyê hat kirin ku vê roja Yekşemê wê saet 13.00’an li Viyanayê were lidarxistin.