HBDH’ê li Edeneyê Newroz silav kir
Milîsên HBDH'ê yên Mazlûm Dogan li Edeneyê Newroz bi çalakiya molotofê silav kirin.
Milîsên HBDH'ê yên Mazlûm Dogan li Edeneyê Newroz bi çalakiya molotofê silav kirin.
Daxuyaniya nivîskî ya li ser çalakiyê wiha ye:
"Dijmin zalim e. Dijmin hov û bêtehemûl e. Tehemûl nake ku ciwan, kal, pîr, jin û zarokên me Cejna Newrozê pîroz bikin. Bi hovîtiyeke mezin êrîşî cejnên gelê me dike.
Dewleta faşîst a ku birînên erdhejê derman kir, di her gavê birînên me kûrtir kir û li dijî pîrozbahiyên Newrozê jî êrîşên hovane pêk anî.
Milîsên me tevî van êrîşan hemûyan jî, weke fedaîyên serhildêr ên gelê xwe, ti carî di berxwedanê de dudilî nebûn û paşve gav neavêtin. Li her qadê li dijî dijmin serî hildide!
Yekîneyên me yên bi navê Mazlûm Dogan ê ku bedena xwe kir agirê berxwedanê û rêya me ronî kir, li Edeneyê agirê Newrozê pêxistin. Weke Milîsên HBDH’ê yên Mazlûm Dogan me li Edeneyê Newroz bi molotofan pîroz kir.
Di çalakiya me ya ji bo hevrê Zekiye, Rahşan û Bêrîvan de me şeva 21’ê Adarê li Edeneyê bi molotofan rêya Ceyhanê li trafîkê girt.”