HDP’ê, ji ber girtinan bertek nîşanê desthilatdariyê da
Desteya Birêvebir a Navendî ya HDP’ê, got: “6 hevalên me, bi awayekê nehiqûqî hatin girtin. Ev operasyon, xweperpitandinên dawîn ên deshilatdariyê ne. Roja xwestina hesab, nêz e.“
Desteya Birêvebir a Navendî ya HDP’ê, got: “6 hevalên me, bi awayekê nehiqûqî hatin girtin. Ev operasyon, xweperpitandinên dawîn ên deshilatdariyê ne. Roja xwestina hesab, nêz e.“
Desteya Birêvebir a Navendî ya HDP’ê, li dijî operasyonên qirkirina siyasî, daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Endama me ya Desteya Birêvebir a Navendî Îdîl, Dayikên Aştiyê û endamên me yên Meclîsa Ciwanan; 6 hevalên me yên li Îzmîrê hatin destgîrkirin, bi awayekê nehiqûqî hatin girtin.
Desthilatdariya AKP’ê ku bi êrîş û operasyonên li dijî partiya me, heval û hogirên me û kesên berxwedêr, hewil dide xwe ji pêyan bihêle, beriya hilbijartinê dixwaze bi van operayonan temenê xwe dirêj bike. Çawa ku bi operasyonên li dijî partiya me yên 7 salên dawîn tu encam nehatibe girtin wê bi operasyonên ji niha û pê ve jî tu encam neyên girtin. Ev operasyon, xweperpitandinên dawîn ên desthilatdariyê ne. Roja xwestina hesab nêz e, bi tu operasyon, zext û êrîşan wê ber li daxwaza guherînê û vîna şandina vê desthilatdariyê ya gelên Tirkiyeyê neyê girtin.
Îdîl Ûgûrlû, hevalên me yên hatin girtin, wek bi hezaran hevalên me yên berê hatin girtin, kedkarên veguherîna demokratîk in ku li ser navê vî gelî têdikoşin. Yên sûcbar ne hevalên me ne, ew kes in ku wêneyên wan bi çeteyan re hene, xelk di bin kavilan de hiştiye, xwe bi rant talan û nelirêtiyê xwedî dikin. Rojên ku ew ê jî li ber darazê hesab bidin, nêz in.“