Hejmar kesên di lehiya li Rihayê de jiyana xwe ji dest dan bû 21
Cenazeyê ajovanê TIR’ê Emîn Ergun ê ku li Rihayê ber lehiyê ketibû, piştî 9 rojan hate dîtin. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî bû 21.
Cenazeyê ajovanê TIR’ê Emîn Ergun ê ku li Rihayê ber lehiyê ketibû, piştî 9 rojan hate dîtin. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî bû 21.
Li ser rêya navçeyên Hewag û Curnê Reş ê Rihayê de ajovanê TIR’ê Emîn Ergun ber lehiyê ketibû, cenazeyê wî piştî 9 rojan li Hewagê hate dîtin.
Ji bo otopsiyê cenaze rakirin Saziya Tipa Edlî.
Di lehiya Rihayê de ya ku di 15’ê Adarê de pêk hatibû, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 21.