Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Çîçek li Îzmîrê hat girtin
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Berfîn Çîçek hat girtin.
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Berfîn Çîçek hat girtin.
Duh serê sibêhê li Îzmîrê polîsan bi ser hin malan de girtibû. Di encama serdegirtina malan de endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Berfîn Çîçek jî hebû. Çîçek îro ji Midûriyeta Polîsan birin Edliyeya Îzmîrê. Dozgeriyê ji berî diaya “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê kir. Dadgeriyê jî bi heman îdiayê derbarê Çîçek de biryara girtinê da û wê şandin Girtîgeha Şakranê ya Jinan.
Di serdegirtina malan de endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Îdîl Ûgûrlû, Dayika Aştiyê Behiye Yalçin, Selma Demîr, Berfîn Çîçek, Hayat Îzgî, Newroz Çelîk û Bariş Kirmizitaş hatibûn destgîrkirin.
Bariş Kirmizitaş piştî îfade emniyetê duh hat berdan.
Tê payîn her 5 kesên li Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê tên ragirtin, sibê bibin edliyeyê.