ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Pîrozbahiya Newroza Franskûrfa Elmanyayê wê were şopandin.
- Çalakiyên xizmên windayan ên li Tirkiye û Kurdistanê wê bên şopandin.
- Parlamenterê Kantona Cenevreyê Remy Paganî diyar kir ku dema PKK'ê di lîsteya 'terorê' ya Ewropayê de tê girtin ev tişt ve durûtî ye û got, "Ev biryar tê wateya hevpariya şerê qirêj ê ku Erdogan li dijî Kurdan dike."
- Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku sala 2023'an wê bibe sala têkoşîn û berxwedaneke mezin û diyar kirin ku ew bi ruhê berxwedanê yê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan li dijî dijmin şer dikin û têkoşîneke giran dimeşînin.
- Li Xakurkê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîlayan bi agir û govendê Newroz pîroz kirin.
- Agiriyan gotin ku wê bi vê hilbijartinê re zilma sedsalê ya li ser gelê Kurd bi dawî bibe, ew ê AKP'ê destvala bişînin.