EWROPA
Hemû Nûçe
-
KON-MED: Em bi ruhê seferberiyê tevlî kombûna mezin bibin
KON-MED'ê bang li gelê Kurd, şoreşger û demokratên li Elmanyayê kir ku sibe tevlî Şahiya Çanda Kurd bibin ku wê li bajarê Landgraafê yê Hollandayê pêk were. Her wiha dem û cihê otobusên bi rê bikevin eşkere kir. -
Lîderê Katalan Puigdemont li Îtalyayê hate destgîrkirin
Serokê berê yê herêma xweser a Katalonyayê, parlamenterê Ewropayê yê alîgirê serxwebûnê Carles Puigdemont ku sirgûnkirî ye, li Îtalyayê hate destgîrkirin. -
Daxuyaniya panela kampanya ‘100 Sedem’: Erdogan were darizandin
Jina Efrînî ya tevlê panela ku di çarçoveya kampanya “100 Sedem” ya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropa ji bo darizandina Erdogan dabû destpêkirin de got, “Ji ber qetlîaman em dixwazin ku Tirkiye û Erdogan were darizandin.” -
Kurdên Fînlandiya bi civînekê hatin ba hev
Li paytexta Fînland Helsînkî civînek gel bi tevlîbûna Hevserokê Kongra Gel Remzi Kartal û Kurdên li Fînlandiya dijîn hat lidarxistin. -
Zapatî û Kurdan êrîşê Meksîka protesto kirin
Êrîşên hikûmeta Meksîka ya li ser gerîlayên Zapatîsta li gel tevlîbûna Kurdan li bajarê Bernê protesto kirin. -
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê ji bo 'Şahiya Çanda Kurd' bang kir
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê ragihand ku wê li Şahiya Çanda Kurd a Navneteweyî ya 29'emîn ku li Hollandayê pêk were, gelê Kurd tevî dostên xwe bicivin û banga tevlîbûnê kir. -
Ciwanên Kurd ji bo endamên K*VOX û Rouvikonas banga piştevaniyê kir
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo endamên K*VOX û Rouvikonas ên li Yewnanistan têne darizandin banga piştevaniyê kirin. -
NAV-BEL'ê ji bo Şahiya Çanda Kurd banga tevlîbûnê kir
NAV-BEL'ê ji bo Şahiya Çanda Kurd ku îsal li Hollandayê tê lidarxistin banga tevlîbûnê kir. -
KCÊ-E bang kir: Werin em namzetên xwe Çîftçî, Ûca û Tûncel bişînin parlamenta Elman
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê bi daxuyaniyekê ragihand ku 3 namzetên Êzidî tevlî hilbijartinên giştî yên Elmanyayê dibe û bang li gelê Kurd bi taybetî jî civaka Êzidî kir ku dengê xwe bidin namzet Mizgîn Çîftçî, Cindî Tûncel û Behiya Ûca. -
Zapatîsta û Kurd li Frankfûrtê têne cem hev
Baskê pêşî yê Zapatîsta ku ji pênc parzemînan dane destpêkirin gihaşte Frankfûrtê. Saziyên Kurd wê Zapatîstayan bikin mêvan. -
Helîn Evrîm Sommer: Elmanya rastgiriya tund a Tirk ji nedîtî ve tê
Sommer diyar kir ku biryara qedexekirina tevgera nijadperest zêdeyî saleke bi cih nehatiye anîn û got, "Hikumeta Elman divê dest ji jinedîtîhatina rastgiriya tund a Tirk berde û biryarên meclîsê êdî neke qurbanê têkiliyên bi Tiriyeyê re." -
Li Evry û Marignaneyê ciwan meşiyan
Li banliyoya Evry ya Parîsê û li bajarê Marginaneyê ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Li Şaredariya Rignano Flaminio merasîma ji bo xelata Abdullah Ocalan
Şaredariya Rignano Flaminio ya Îtalyayê ku Xelata Welatîbûna Rûmetê da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi merasîmekê ev xelat radestî Komîteya Kurd kir. -
Êrîşa rejîma Îranê ya li ser kolberan li Brukselê protesto kirin
Li Brukselê bi desteka rewşenbîran qetilkirina kolberan a ji aliyê rejîma Îranê ve hate protestokirin. -
Li çalakiya rûniştinê ya li pêşiya NY’yê Şukur Serhed hate bibîranîn
Çalakiya rûniştinê ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Çileyê û vir ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê her roja Çarşemê tê lidarxistin, dewam dike. -
KON-MED’ê ji bo tevlêbûna şahiya Kurdan bang kir
Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Elmanyayê (KON-MED) ji bo Şahiya Çanda Kurdan a li Hollandayê banga tevlêbûnê kir. -
KCDK-E’yê ji bo ‘Şahiya Çanda Kurdan’ daxuyanî da
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ji bo Şahiya Çanda Kurdan a ku wê îsal li Hollandayê pêk were, banga tevgerîna li gorî hin qaîdeyan kir. -
Li Kanaryayê lav ber bi deryayê ve diherike
Li herêma Kanaryayê ya Spanyayê, piştî teqîna volkan zêdeyî 6 hezar û 100 kes ji herêmê hatin veguhastin. Lav hêdî hêdî ber bi deryayê ve diherike. Fikar ji gazên jehrî tê kirin. -
Li ber NATO'yê çalakî: 'Şerê dijî Kurdan rawestînin''
Hevkariya NATO'yê ya bi dewleta Tirk re li ber NATO'yê ya li Brûkselê hate şermezarkirin û ji NATO'yê hate xwestin ku şerê dijî Kurdan were rawestandin. -
Êrîşên rejîma Îranê li Oslo protesto kirin
Zext, êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê û darvekirina rejîma Îranê li Osloyê li pêşiya Sefaretxaneya Îranê protesto kirin. -
Li Kanaryayê volkan teqiya: Gelek xanî şewitîn
Li herêma Kanarya ya Spanyayê piştî 50 salan volkan teqiya û gelek mal hilweşiyan. Nêzî 5 hezar kes ji herêmê hatin derxistin. -
KON-MED'ê ji bo hilbijartinên li Elmanyayê bang kir
KON-MED'ê têkildarî hilbijartinên li Elmanyeyê nêrîn û daxwazên xwe eşkere kir. KON-MED'ê lîsteya namzetên ku piştgiriya wan dike parve kir. -
CÎK’ê ji bo Mele Abdulkerîm Han peyameke sersaxiyê weşand
CÎK’ê ji bo Mele Abdulkerîm Han ê ku rehmet kir, peyameke sersaxiyê weşand û got “Wî tu carî dev ji Îslamiyeta rast û xeta Kurdistanê berneda.” -
Li Giravên Kanaryayê volkan teqiya
Piştî hin rêze teqînên li Giravên Kanaryayê yên Spanyayê, li La Palma volkan teqiya. Mirovên li herêmê têne veguhastin. -
'Nobeda Azadiyê' bi koma ji Mainzê dewam dike
Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê û di sala 10'an de ye, bi koma ji bajarê Mainzê dewam dike.