Zapatîsta û Kurd li Frankfûrtê têne cem hev

Baskê pêşî yê Zapatîsta ku ji pênc parzemînan dane destpêkirin gihaşte Frankfûrtê. Saziyên Kurd wê Zapatîstayan bikin mêvan.

Baskê pêşî yê meşa Zapatîstayan ku ji pênc parzemînan dane destpêkirin gihaşte parzemîna Ewropayê. Rawestgeha pêşî ya delegasyonê bû Viyana û rawestgeha duyan bû Frankfûrt.

Par 5'ê Cotmehê Tevgera Zapatîsta (EZLN-CCIG) bi danezana ''Li Deryaya Vekirî Çiyayek'' ragihandibû ku ji Nîsana 2021'an û pê ve wê delegasyonÊn Zapatîsta bişînin pênc parzemînan û delegasyona pêşî 13'ê Tebaxa 2021'an wê ji Madîrê bi rê bikeve.

Endamê Meclîsa NCKD (Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ) a Frankfûrtê Ercan Ayboga got NCKD a Frankfûrt û pêkhateyên Meclîsa Civaka Azad wê Zapatîstayan bikin mêvan.

Ayboga ji Medya Haberê re axivî û got, ''Li gel gelek rêxistinên çepgir ên Elman pêkhateyên NCKD a Frankfûrtê jî wê milîtanên Zapatîstan pêşwazî bikin, em ê hewl bidin ji wan re bibêjin ku xalake me ya hevpar heye û bi salan e ji bo eynî armancê têdikoin.''

Ayboga got, ''Zapatîsta ji bo me girîng e. Ji ber ku fikrên me ji hev ne cihê ye. Ji vî alî ve ya wan xweseriyeke fiîlî heye û pratîk heye,  weke Kurdistanê xwedi pratîkeke şoreşger in. Em pêkhateyên NCKD'yê vê heftiyê 3 caran bi milîtanên Zapatîsta re werin cem hev.''

Ayboga diyar kir ku 23'yê Îlonê (îro) enternasyonalîstên nêzî tevgera Kurd wê bi milîtanên Zapatîsta re bicivin û Konfederalîzma Demokratîk gotebêj bikin û saet 19:30'an jî li saziya EXZESS'ê Kurd û milîtanên Zapatîsta wê bêne cem hev, di komûnê de wê Civaka Azad û pêkhateyên NCKD ya Frankfûrtê hebin û her wiha 24'ê Îlonê jî Meclîsa Jinan a Kurd a Amarayê jî bi wan re kom bibe.

Ayboga herî dawî diyar kir 16'ê Cotmehê bi tevlêbûna ji hemû deverên Elmanyayê li Franfûrtê wê meşeke mezin û girseyî were kirin, di vê meşê de wê milîtanên Zapatîsta jî hazir bin û armanca sereke ya vê meşê wê protestokirina BAF'ê be, ku BAF destûrê dide firotina çekan.