Li Kanaryayê volkan teqiya: Gelek xanî şewitîn

Li herêma Kanarya ya Spanyayê piştî 50 salan volkan teqiya û gelek mal hilweşiyan. Nêzî 5 hezar kes ji herêmê hatin derxistin.

Li Giravên Kanaryayê vê Yekşemê volkanek teqiya û gelek mal di bin lavê de man. Piştî 50 salan volkan teqiya û nêzî 5 hezar kes ji herêmê hatin derxistin.

Şaredarê gundê El Paso ya ku hatiye valakirin ji TVE’yê re axivî û got “Herî kêm 20 mal hilweşiyane.”

Şaredar Sergîo Rodrîgûez got “Li cihên ku lav herikîne, tiştek nemaye. Wê şêniyên gund heta demeke kurt nikaribin vegerin malên xwe.”

Serokê Herêma Kanaryayê Angel Vîctor Torres, diyar kir di volkana Combre Vîejayê de nêzî 17-20 milyon metrekup lav heye û dibe ku herikîna lavan bidome.