Êrîşa rejîma Îranê ya li ser kolberan li Brukselê protesto kirin
Li Brukselê bi desteka rewşenbîran qetilkirina kolberan a ji aliyê rejîma Îranê ve hate protestokirin.
Li Brukselê bi desteka rewşenbîran qetilkirina kolberan a ji aliyê rejîma Îranê ve hate protestokirin.
Li paytexta Belçîka Brukselê êrîşên li ser kolberan ên li Rojhilatê Kurdistanê li pêşiya Sefaretxaneya Îranê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Bi desteka rewşenbîr û nivîskarên Rojhilat û Îranê çalakî hate kirin û dirûşma ‘Qatil Îran, wê hesab bide’ hatin qîkirin.
Di çalakiyê de Hevserokê Federasyona Nav-Bel’ê Davût Keskîn axivî, bal kişand ser qetilkirina kolbaran a ji aliyê rejîma Îranê ve û Îran şermezar kir. Keskîn got: “Hişmendiya Serokmarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Tayyîp Erdogan yek in. Ev şopdarên Seddam Huseyîn in. Ev qetlîam enceq bi yekîtiya netewî dawî dibe.”
Çalakî bi dirûşman dawî bû.