Êrîşên rejîma Îranê li Oslo protesto kirin
Zext, êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê û darvekirina rejîma Îranê li Osloyê li pêşiya Sefaretxaneya Îranê protesto kirin.
Zext, êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê û darvekirina rejîma Îranê li Osloyê li pêşiya Sefaretxaneya Îranê protesto kirin.
Bi pêşengtiya PJAK û KJAR’ê li paytexta Norweç Osloyê zext, êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û darvekirina rejîma Îranê hatin protesokirin.
Çalakiya li pêşiya Sefaretxaneya Îranê hate kirin, belavokên bi zimanê Fransî û Norweçî yên PJAK û KJAR’ê hatin xwendin.
Endama Komîtya KJAR a Norweç Monda Karayî, Nûnerê PYD’ê yê Norweçê Bavê Hesen û Nûnerê Federasyona Girtiyên Siyasî ya Kurdistanê Fexredîn Lutfî axivîn.
Axaftvanan bal kişandin ser zextên rejîma Îranê ya li ser gelan û girtiyên siyasî.
Çalakî bi dirûşmên ‘Dîktator Xamneyî’, ‘Na ji bo darvekirinê’ û ‘Dîktator Reîsî’ dawî bû.