Li Giravên Kanaryayê volkan teqiya

Piştî hin rêze teqînên li Giravên Kanaryayê yên Spanyayê, li La Palma volkan teqiya. Mirovên li herêmê têne veguhastin.

La Palma pêncemîn girava herî mezin a Giravên Kanaryayê ye ku li Okyanûsa Atlasê ye û bi ser Spanyayê ve ye. Li La Palmayê volkan teqiya. Li parka neteweyî ya Cumbre Vieja ya li herêma Las Manchasê, li gorî dema herêmî saet di 15:15'an teqîneke mezin rû da û piştre dû bi ser herêmê ve ket. Lav ber bi qadeke derveyî bajêr ve herikî.

Rayedaran diyar kirin ku zêdeyî hezar kes hatine veguhastin, lê belê dibe ku Parastvanên Sivîl ên Spanyayê neçar bimînin ku nêzî 10 hezar kesên li herêmê veguhastînin.

La Palma ku nifûsa xwe 85 hezar kes e, yek ji heyşt giravên volkanîk ên Komgiravên Kanaryayê yên Spanyayê ye.

Girav li rojavayê Efrîkayê bi 60 mîlî dûrî Fasê ye.

Beriya teqîna volkanîk a li herêmê bi mezinahiya 4.2 pileyî erd hejiya.

Demekê piştî teqîna destpêkê, lav ber bi malên li gundê El Paso ve herikî.

Şaredar Sergio Rodriguez ragihand ku 300 kesên di rewşeke xetere de bûn ji herêmê hatin veguhastin, rê hatin girtin û rayedaran hişyarî dan mirovên meraq dikin ku nêzî herêmê nebin.

Lav gihîşt nava hin malan û bû sedem ku malek li çiyê hilweşe. Rayedaran diyar kirin, dibe ku lav gefê li şaredariyên li El Paraiso, Alcala û herêmên derdorê jî bixwe.

Komîteya Zanistî ya Plana Pêşîgirtina li Rîska Volkan ragihand ku dibe ku erdhejên xurtir rû bidin û xisar li avahiyan bibe.

Komîteya pisporan her wiha diyar kir ku rîsk heye li beşek ji peravên başûrrojava yê giravê erd bişemite û teht wergerin.

Enstîtuya Volkanolojî ya Giravên Kanaryayê ragihand ku herî dawî teqîn di sala 1971'ê de bûbû.