EWROPA
Hemû Nûçe
-
Gundên Şehbayê bombe kirin
Dewleta Tirk a dagirker gundên Eyn Deqnê û Balûniyê ya Şehbayê bombe kirin. -
Parlementerên Îtalî ji Ocalan re azadî xwest in
Ji Partiya Sosyalîst a Îtalya Parlementer Gîannî Marîlottî û Roberto Rampî serdana çalakiya nobedê ya li Strasboûrg a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, kirin. -
Çalakiya rûniştinê ya ji Ocalan re azadî ya li Cenevreyê kete meha 9’an
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Ofîsa NY a li Cenevreyê hatibû destpêkirin, kete meha 9’an. Çalakiya vê hefteyê berxwedana gerîla silav kirin. -
Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê Cotmehê de wê li ser platformên medyaya dîjîtal kampanyayek were destpêkirin. Ji Evûstralyayê heta Hindistanê gelek siyasetmedar û nivîskaran piştgirî dan kampanyayê. -
Lava La Palma dibe ku bibe ewrekî jehrî
Tê gotin, lava li Giravên Kanaryayê ji volkanekî diherike û bi 800 metreyî gihîştiye nêzî okyanûsê, dibe ku ewrê ji dûkela asît a hîdroklorîk a bi jehr ava bike. -
Partiya Karkeran di rûniştinek a konferansa xwe de cih da “Ji Ocalan re Azadî”
Hevserokên Kampanya Ji Ocalan re Azadî diyar kirin ku ewê xebatên xwe yên dema nû xurttir bikin û xebatên xwe yên piştewaniya bi gelê Kurd re bidomînin. -
Li Araû’yê dosya têkildarê karanîna gaza jehrî ya ji aliyê Tirkiyê
Jinên Kurd ji bo balê bikişînin ser gazên kîmyewî û jehrî yên artêşa Tirk a dagirker li hemberî gelê Kurd û xwezaya Kurdistanê bikar tîne bi hin saziyên li Araû’yê re hevdîtin pêkanî û dosyayên amadekirinî pêşkêş kirin. -
Li Kampa Lavrîoyê ya Yewnanistan şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn
Li Kampa Lavrîoyê ya Yewnanistanê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bernameya bîranîna şehîdan hate lidarxistin. Di şexsê Rûstem Cudî, Alîşêr Koçgirî, Çîçek Botan, Umît Acar de şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn. -
Macron: Divê Ewropa li hemberî DYE ne saf be
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bang li Ewropayê kir ku bila ji ber tercîhên DYE yên stratejîk ne saf be. -
KCDK-E’yê beşdarên şahî û festîvalê silav kir
KCDK-E’yê beşdarên şahî û festîvalê silav kir û diyar kir ku di çalakiyan de xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yekîtiya neteweyî hatiye derketin. -
Li Gîrîtê erd hejiya, kesek mir 9 kes birîndar bûn
Li Girava Gîrîtê ya Yewnanistanê bi pîleya 5,8 erd hejiya. Di erdhejê de kesek mir û 9 kes jî birîndar bûn. -
Li Portekîzê di hilbijartina herêmî de sosyalîst bi ser ketin
Sosyalîstên ku li Portekîzê desthilatdar in, di hilbijartina herêmî de li Lîzbonê têk çûn lê di hilbijartinan de bi ser ketin. -
Partiya Çep a Elman di binê benda hilbijartinê de ma
Li gorî encamên fermî yên demkî yên hilbijartinên giştî yên Elmanyayê Partiya Çep (Die Linke) bi rêjeya ji sedî 4.9 ê dengan di binê bendê de ma. Tê payin ku Partiya Çep tenê bi 3 parlamenteran li meclîsê bê temsîlkirin. -
Li Parlamenta Îzlandayê serweriya jinan ji dest çû
Li Îzlandayê ku roja Şemiyê hilbijartinên giştî hate kirin, kêm mabû ku jin li ser parlamentê serwer bibûya. -
Çalakgerên vê hefteyê yên 'Nobeda Azadiyê' jinên Kurd e
Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê endamên Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê ve tê meşandin. -
Firaz Dag li Londrayê hate bîranîn
Rojnameger, sînemager û şervanê YPG’ê Mehmet Aksoy (Firaz Dag) ê ku li Reqayê şehîd bûbû li Londrayê hate bîranîn. -
Di festîvala li Marsîlyayê de Kurd li hev kom bûn
Li Marsîlyayê Kurd û dostên wan tevlî Festîvala Çanda Kurd ya Sînan Dêrsimê bûn. -
Li Elmanyayê di hilbijartinê de dengê SPD û CDÛ nêzî hev e
Li Elmanyayê saet di 18.00’an de sindoqên hilbijartinê hatin girtin. Li gorî encamên pêşîn ên ku ARD’ê weşandiye dengê CDÛ û SPD’ê derdora ji sedî 25’an e. -
Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Firaz Dag di sala 2’an de ye
Ji bo bîranîna şehîd Mehmet Aksoy li Londrayê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Firaz Dag hatibû vekirin. Di sala duyemîn a vekirina wê de bi 5 branş û 40 xwendekaran dest bi perwerdehiyê hate kirin. -
Li Elmanya roja hilbijartinê
Elmanya ji bo ku endamên nû yên Meclîsa Federal diyar bike îro diçe ser sindoqê. Tê payin encamên hilbijartinê saet li derdora 19:00'an werin aşkerekirin. -
Li Lîmasolê şehîd hatin bîranîn
Şoreş Gilîdax û Xebat Leheng ên ku meha borî şehîd bûbûn li bajarê Lîmasolê ya Kibrisê hatin bîranîn. -
Li Helsînkiyê li dijî faşîzm û nijadperestiyê çalakiyek hat lidarxistin
Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye li dijî faşîzm û nijadperestiyê çalakiyeke bi meşê hate lidarxistin. -
Şehîdên Tevgera Azadiyê li Lavrîo hatin bibîranîn
Li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê TCŞ’ê Şehîd Îrfan Guler, Saîf Uçlu, Emrah Hildizer, Turan Kîsak, Firat Firat, Celal Ozcan, Rama Şemdîn û Hêvî Mamo yên di nava Tevgera Azadiya Kurd de li dem û cihên cuda şehîd bûne, bibîr anî. -
Delegasyona Zapatîsta û jinên Kurd li hev rûniştin
Jinan li ser îdeolojiya rizgariya jinê, konfederalîzma demokratîk, rengên rêveberiya xweser dan û standin, her wiha têkoşîna hevpar a dijî kapîtalîzmê jî nîqaş kirin. -
DEM-NED’ê ji bo Şahiya Çanda Kurd banga tevlîbûnê kir
Konseya Civaka Demokratîk a Kurdistanê (DEM-NED) ji bo Şahiya Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku wê îsal li Hollandayê bê lidarxistin, banga tevlîbûna xurt li Kurd û dostên wan kirin.