Parlementerên Îtalî ji Ocalan re azadî xwest in

Ji Partiya Sosyalîst a Îtalya Parlementer Gîannî Marîlottî û Roberto Rampî serdana çalakiya nobedê ya li Strasboûrg a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, kirin.

Çalakiya nobedê ya ‘Nobeda Azadiya Ocalan’ a li pêşiya Konseya Ewropayê hatibû destpêkirin vê hefteyê ji aliyê endamên Tevgea Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) ve hate birêvebirin.

Di hefteya 484’an a çalakiyê de Endamên Meclîsa Parlementeran a Parlementoya Ewropayê Gîannî Marîlottî û Roberto Rampî serdana çalakvanan kirin.

Rampî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lîder û hizirbîrek mezin e, anî ziman ku ji ber demek dirêj e agahî jê nayê girtin, ji rewşa wî ya tenduritî û mercên fîzîkî mereq dikin.

Rampî destnîşan kir ku têkildarî vê mijarê ji bo hikûmeta xwe pêşnûmerpirsek pêşkêş kirine û got: “Rewşa lîderê Kurd çawa ye? Dixwazim wî bibînim. Nebînim jî dixwazim bi rêya telefonê li gel baxivim. Min daxwazek wiha kiriye.”

Rampî bal kişand ku Abdullha Ocalan ji bo mirohî, azadiya jinê kar dike.

Herdu parlementeran jî daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.