Partiya Karkeran di rûniştinek a konferansa xwe de cih da “Ji Ocalan re Azadî”
Hevserokên Kampanya Ji Ocalan re Azadî diyar kirin ku ewê xebatên xwe yên dema nû xurttir bikin û xebatên xwe yên piştewaniya bi gelê Kurd re bidomînin.
Hevserokên Kampanya Ji Ocalan re Azadî diyar kirin ku ewê xebatên xwe yên dema nû xurttir bikin û xebatên xwe yên piştewaniya bi gelê Kurd re bidomînin.
Partiya Karkeran ku li Îngîltereyê partiya mezin a mixalefetê ye konferansa xwe ya salane li bajaraê Brîghton lidardixe. Îro sendîkayên li Îngîltereyê bi pêşengiya kampanya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya demek dirêje danî destpêkirin, bi armanca nûbûyîna banga ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî rûniştinekê ya konferansa xwe veqetand.
Hevserokê Kampanya Ji Ocalan re Azadî Sîmon Dûbbîns civîn birêve bir, weke axaftinvan jî Baroness Chrîstîne Blowers, Wekîl û Serokê Koma Dostaniya Kurd a Têkilhev ya Parlementoyê Lîoyd Rûssell Moyle, Wekîlê Sînn Feîn Chrîs Hazard û Hevseroka Meclîsa Gel ya Brîtanya Elîf Sarican û Wekîlê HDP’ê Hişyar Ozsoy, tevlê bûn.
Axaftinvanan ku pêkanînên qirkirinên yên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd nirxandin û anîn ziman ku heya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe vê aştî, demokrasî û azadî li herêmê pêk neyê.
Hevserokên Kampanya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya Sendîkayan Sîmon Dûbbîns û Chrîstîne Blowers diyar kirin ku wê di dema nû de xebatên pratîkî yên di çarçoveya kampanyayê de xurt bikin û xebatên xwe yên piştewaniyê bidomînin.