Lava La Palma dibe ku bibe ewrekî jehrî

Tê gotin, lava li Giravên Kanaryayê ji volkanekî diherike û bi 800 metreyî gihîştiye nêzî okyanûsê, dibe ku ewrê ji dûkela asît a hîdroklorîk a bi jehr ava bike.

Li Girava La Palmayê ku yek ji Giravên Kanaryayê yên Spanyayê ye û 85 hezar kes lê ne, 19'ê Îlonê volkan teqiya.

Girava La Palma bi 35 kîlometreyî dirêj e û 20 kîlometreyî jî fireh e. Lava ku ji ber teqînê herikî, çi ket ber daqurtand. Li La Palmayê 589 avahî û rêyek ji 21 kîlometreyî tune kir. Li gorî ajansa şopandina peykê ya Yekîtiya Ewropayê, lav niha li nava 258 hektarî qada çandiniyê belav bûye.

Rayedaran roja Sêşemê diyar kirin ku yek ji 2 pêlên lavê roja Duşemê hêdî bûye, lê pêlê din bi 800 metreyî nêzî peravê bûye. Li gorî rayedaran, eger lav bikeve nava ava okyanûsê wê şoqeke termal biafirîne ku dûkela hîdroklorîk asît a jehrî li atmosferê belav bike. Ji ber vê yekê şêniyên li perav dimînin hatin hişyarkirin ku li hundirê malên xwe bimînin.

Li gorî daneyên Enstîtuya Volkanolojî ya Girava Kanaryayê, volkan heta niha bi 46 milyon metrekup kevirê heliyayî pijiqandiye.

Lav niha ber bi bajarokê Todoque yê li giravê ve diherike û mirov neçar dimînin ku ji herêmê bêne veguhastin. Li gorî daneyên rayedaran ji ber teqîna 19'ê Îlonê heta niha zêdeyî 500 xanî hilweşiya ne, bi hezaran mirov neçar mane ku herêmê biterikînin. Hate ragihandin ku bi saya veguhastina 6 hezar kesî, tiştek bi kesî nehatiye.