Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevre ya Swîsreyê hatibû destpêkirin, kete meha xwe ya 9’an.
Çalakiya rûniştinê ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Ocalan ku di çarçoveya pêngava ‘Ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re na; dem dema azadiyê ye’ her hefte roja Çarşemê li pêşiya avahiya NY’yê hatibû destpêkirin dewam dike.
Kurdistaniyên ji bajarê Baselê hatibûn çalakiya vê hefteyê birêvebirin. Çalakî di kesayeta şehîdên li Zendûra û Mamreşo li dijî dagirkeriyê li ber xwe dane û şehîd bûne, destpê kirin.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Salih Saglam li vir axivî û diyar kir ku çalakiya wan a ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan hatibû destpêkirin 8 mehên xwe tije kirin û kete meha 9’an. û got: “Dewleta Tirk a dagirker a li ber berxwedana gerîla têk çûye, îro bi çekên kîmyewî û gaza jehrî Kurdan û erdnîgariya Kurdan dike hedef û dixwaze tine bike.”
Saglam anî ziman ku wê bikaranîna gazên jehrî û çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker bişopînin û wiha pêde çû: “Em ê di serî de li Swîsre û hemû bajarên Ewropayê bi xebatên xwe û em ê çekên kîmyewî û gaza jehrî ya ji aliyê dewleta Tirk ve tê bikaranîn ji raya giştî ragihînin. Em ê li dijî bêdengiya NY’yê û dewletê Ewropa di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ li qadan bin.”