Li Araû’yê dosya têkildarê karanîna gaza jehrî ya ji aliyê Tirkiyê

Jinên Kurd ji bo balê bikişînin ser gazên kîmyewî û jehrî yên artêşa Tirk a dagirker li hemberî gelê Kurd û xwezaya Kurdistanê bikar tîne bi hin saziyên li Araû’yê re hevdîtin pêkanî û dosyayên amadekirinî pêşkêş kirin.

Li bajarê Araû ya Swîsreyê endamên Meclîsa Jin a Rojbîn di serî de Partiya Demokrat û Lîberal (FDP), Partiya Sosyalîst (SP/PS), Sendîakaya ÛNÎA, Ch Media Tv Araû, Heks û Reformîete Kîrch, bi gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl re hevdîtin pêkanî.

Di hevdîtinên ku bi rayedarên saziyan re pêkanîn de hate gotin ku dewleta Tirk li Kurdistanê gazên jehrî bikar tîne û sûcên li hemberî huqûqa navnetewî û nirxên mirovatiyê dike dewam dike.

Jinan dosyayên ku derbarê karanîna gazên kîmyewî û jehrî amadekiribûn dan rayedarên saziyan, wê di rojên pêş me de wê têkildarê mijarê bi Parlementoya Kantonê, partiyên siyasî, Şaredariya Kantonê û dezgehên çapemenî-ragihandinê rêze hevdîtinekê pêk bînin.