Li Kampa Lavrîoyê ya Yewnanistanê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo Endamê Konseya Rêveberiya KCK'ê û Meclîsa HPG'ê Rustem Cûdî, Endamê Konseya Rêveberiya PKK'ê Alîşêr Koçgirî, Endama Meclîsa PKK'ê Rêveberiya YJA-SATAR'ê Çîçek Botan û Umît Acar ê ku li Almanyayê ji bo têcrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Protesto bike agir berdabû bedena xwe û şehîd bûbû, hatin bîranîn. Merasîm li Salona Konferansa Şehîd Xelîl Uysal Dag hat lidarxistin, bi wêneyê şehîdan, bi alên PKK’ê hat xemilandin û find hat vêxistin.
Merasîm ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Malbata Umît Acar jî tevlî bîranînê bû. Endamê TCŞ'ê Hafiz Azat axaftinek kir û wiha got: "Bi rastî rojek şehîdekî me tunebe nîn e. Şehîdên me her tim pêşeroja me ronî dikin. Em bi şehîdan hatin vê astê. Em ê her tim li ser şopa wan biçin. Riya wan riya heqîqatê ye. Heta ku em armanca wan pêk bînin em ê têbikoşin."
Piştre bavê Umît Acar Xeyredîn Acar jî axaftinek kir. Acar diyar kir ku kurê wî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan agir berdaya bedena xweû şehîd ketiye û anî ziman ki her tim bi kurê xwe serbilind e. Acar da zanîn ku kurê wî şehîdê Kurdîstanêye wiha dawî kîr: "Umît berî her şehadetê bi telefonê li min geriya. Min got kurê min xêr e? Got 'ez pir kêfxweşim' min jî got her tim kêfxeş bî kurê min. Pistî çalakiya xwe pêk anî min fam kir. Ez her tim bi kurê xwe serbilind im. Tu carA nayê jibîrkirin. Şehîd namirin."
Piştî axaftinan sînevîzyona ku derbarê şehîdan hatibû amadekirin hat temaşekirin. Piştî sinevizyonê merasîm bi dirûşma"Şehîd Namirin" bi dawî bû.