KON-MED’ê ji bo tevlêbûna şahiya Kurdan bang kir

Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Elmanyayê (KON-MED) ji bo Şahiya Çanda Kurdan a li Hollandayê banga tevlêbûnê kir.

Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Elmanyayê (KON-MED) ji bo tevlêbûna Şahiya Çanda Kurdan a ku wê di 25’ê Îlonê de li bajarê Landgraaf a Hollandayê were lidarxistin, bang kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ev hevdîtina mezin a ku em li dijî êriş, girtin û qetlîamên dagirker ên dewleta Tirk, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemberî êrişên li ser Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê li dar dixin wê bibe şahiya gelê Kurd û gelên alîgirên aştî û demokrasiyê.

Ev şahî wê bi şîara ‘Statu ji Kurdistanê re, azadî ji Rêber Ocalan re’ wê ji bo gelên me bibe nîşandana îradeyê. Bi tevlêbûna Şahiya Çanda Kurdan a 29’emîn a Sînan Dêrsim, gelê Kurd di serî de wê hemû alîgirên şoreşger û demokrat bibêjin ez jî li vir im.

Federasyona me, meclîsên me û hemû pêkhateyên me yên KON-MED’ê wê plansaziyeke baş bikin û tevlî şahiya çanda Kurdan bibin. Gelê me yê Kurdistanê di serî de em bang li hemû gelên şoreşger û demokrat dikin ku bila tevlî vê şahiyê bibin û dengê têkoşîna hevpar geş bikin.”