Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê ji bo 'Şahiya Çanda Kurd' bang kir

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê ragihand ku wê li Şahiya Çanda Kurd a Navneteweyî ya 29'emîn ku li Hollandayê pêk were, gelê Kurd tevî dostên xwe bicivin û banga tevlîbûnê kir.

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê daxuyaniyek da û got, "Ji bo têbkirina faşîzmê, ji bo bidawîkirina dagirkeriya li Kurdistanê û ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd weke Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku tevlî Şahiya Çanda Kurd bibin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "25'ê Îlonê li Şahiya Çanda Kurd ku wê diyarî Şehîd Sînan Dersim bê kirin, em bang li gel û bawermendên Mezopotamyayê dikin ku li dijî şer, dagirkerî, tecrîd û faşîzmê stranên azadiyê bi hev re bi coş bêjin.

Em bang li gelê xwe û dostên xwe yên hêja dikin ku ji bo pêkanîna daxwaza 'Statu ji Kurdistanê re, Nasnameya Azad' di govenda têkoşîna hevpar de bicivin."