Çalakiya vê hefteyê ji aliyê endamên Meclîsa Gelê Kurd a ji bajarê Solothûrnê hate ve hate kirin.
Di şexsê endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukru Serhed) de ku hefteya borî li Silêmaniyê dema dihate dermankirin, ji aliyê MÎT’a Tirk ve hate qetilkirin, ji bo hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Salih Saglam bang li Kurdistaniyan kir û anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk a dagiker û dîsa bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve ku Kurdistanê dike hedef, têr nabe, niha jî bi destê MÎT’ê dest bi êrîşan kiriye.
Saglam got: “Em ê li ber van êrîşan têkoşîna xwe bidomîn in. Li her derê xwedî li berxwedana gerîla derkevin heta ku Rêbertî û Kurdistan azad dibe. “
Saglam anî ziman ku li dijî sûcên şer ên li dijî mirovaiyê NY û saziyên navneteweyî neçarin ku berpirsyariyên xwe bi cih bûnin.
Piştî axaftinana û şûnde çalakî bi dawî bû.