Li Kanaryayê lav ber bi deryayê ve diherike
Li herêma Kanaryayê ya Spanyayê, piştî teqîna volkan zêdeyî 6 hezar û 100 kes ji herêmê hatin veguhastin. Lav hêdî hêdî ber bi deryayê ve diherike. Fikar ji gazên jehrî tê kirin.
Li herêma Kanaryayê ya Spanyayê, piştî teqîna volkan zêdeyî 6 hezar û 100 kes ji herêmê hatin veguhastin. Lav hêdî hêdî ber bi deryayê ve diherike. Fikar ji gazên jehrî tê kirin.
Volkanê Cumbre Vieja roja Yekşemê teqiya û lav ji devê wî herikî. Li gorî daxuyaniya hikumeta herêmî ya Giravên Kanaryayê zêdeyî 6 hezar û 100 kes hatine veguhastin.
Serokê herêmê Angel Victor Torres anî ziman ku li her cihên lav jê derbas dibe, her tişt tune dibe.
Ji ber teqîna volkan, piştî sala 1971'ê rû da, tiştek bi kesî nehatiye. Lê belê tê gotin ku bi 400 milyon Euroyî xisar li herêmê bûye.
Heta niha 185 avahî xera bûn. Lav li qadeke ji 103 hektarî belav bûye.
Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Jeolojîk a DYE'yê (USGS) fikar hene ku lav bigihêje nava deryayê. Di rewşeke wiha de wê parçeyên lavê biteqin, pêlên ava kelandî yan jî gazên bi jehr rû bidin. Hate ragihandin ku dûyê ji ber tevlîhevbûna lav û ava deryayê rû bide wê bi asît be.
Volkan bi qasî 2 kîlometreyan dûrî deryayê ye. Lav di rewşa heyî de saetê bi 200 metreyî diherike. Nayê zanîn ku wê kengî bigihêje deryayê.
Hikumeta Kanaryayê ji şêniyên herêmê xwest ku dema derket derve dev û bêvila xwe binixumînin.