Li Evry û Marignaneyê ciwan meşiyan
Li banliyoya Evry ya Parîsê û li bajarê Marginaneyê ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Li banliyoya Evry ya Parîsê û li bajarê Marginaneyê ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Li banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Marignaneyê aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' de li hev kom bûn û bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.
EVRY
Girseya gel danê êvarê li ber Navenda Çanda Kurd a Evry li hev civiya û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya.
Dirûşmên "Liberte Pour Ocalan", "Bijî Serok Apo" û "Terorîst Erdogan" li kolanên bajêr deng vedan.
Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "PDK şerê Kurdan ferz dike - Bimire xiyanet" û "Dest bi dest, mil bi mil - Werin cenga azadiyê" hatin hildan.
Piştî meşa ji saetekê girseya gel li ber avahiya Şaredariya Evry daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de işaret bi tecrîd giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hatin bibîrxistin.
MARIGNANE
Li bajarê Marignaneyê jî ciwanan bi heman armancê mîtîngek li dar xistin.
Ciwanên aktîvîstê TCŞ'ê danê êvarê li navenda bajêr li hev civiyan û ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê deqeyek rêz girtin.
Ciwanan wêneyên Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hildan, piştre jî daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya dewletên Ewropayê ya bi van êrişan re hate bibîrxistin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Di mîtîngê de ku bi qasî saetekê dewam kir dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana PKK'ê" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.