CÎK’ê ji bo Mele Abdulkerîm Han peyameke sersaxiyê weşand
CÎK’ê ji bo Mele Abdulkerîm Han ê ku rehmet kir, peyameke sersaxiyê weşand û got “Wî tu carî dev ji Îslamiyeta rast û xeta Kurdistanê berneda.”
CÎK’ê ji bo Mele Abdulkerîm Han ê ku rehmet kir, peyameke sersaxiyê weşand û got “Wî tu carî dev ji Îslamiyeta rast û xeta Kurdistanê berneda.”
Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) ji bo Mele Abdulkerîm Han peyameke sersaxiyê weşand.
Di peyama CÎK’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Stêrkeke din xuricî. Meleyekî din ê malbata Civaka Îslamiya Kurdistanê rehmet kir. Mele Abdulkerîm Han ê ku di 20.05.1945’an de li gundê Înaqa ya Wartoyê ji dayik bûye, li Kurdistanê di medreseyan de xwendiye. Mele Abdulkerîm Han ê neteweperwer û welatparêz li hemberî dewletê bû û diyar dikir dewlet dîn berevajî dike û gelê me dixapîne. Ji ber vê helwesta wî meleyên dewletê û dewleta Tirk êrişî wî dikin. Ew li Elmanyayê di nav Hereketa Îslamiya Kurdistan û Civaka Îslamiya Kurdistanê de xizmetên mezin dike. Mele Abdulkerîm Han tu carî dev ji Îslamiyeta rast û xeta Kurdistanî bernade û piraniya temenê xwe li xerîbiyê derbas kiriye. Mele Abdulkerîm di 19.09.2021’an de ji ber krîza dil rehmet kir.”