NAV-BEL'ê ji bo Şahiya Çanda Kurd banga tevlîbûnê kir

NAV-BEL'ê ji bo Şahiya Çanda Kurd ku îsal li Hollandayê tê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Navenda Kurd a Demokratîk a Belçîkayê (NAV-BEL) ji bo Şahiya Çanda Kurd daxuyaniyek da ku wê 25'ê Îlonê li bajarê Landgraafê yê Hollandayê pêk were.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo şikandina tecrîdê, ji bo nîşandana piştgiriya bi gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin, ji bo têkbirina faşîzmê em bang li xelkê xwe û dostên xwe yên li Belçîkayê dikin ku roja Şemiyê bi ruhê têkoşînê yê Şehîd Sînan Dersim tevlî festîvalê bibin."