Li ber NATO'yê çalakî: 'Şerê dijî Kurdan rawestînin''
Hevkariya NATO'yê ya bi dewleta Tirk re li ber NATO'yê ya li Brûkselê hate şermezarkirin û ji NATO'yê hate xwestin ku şerê dijî Kurdan were rawestandin.
Hevkariya NATO'yê ya bi dewleta Tirk re li ber NATO'yê ya li Brûkselê hate şermezarkirin û ji NATO'yê hate xwestin ku şerê dijî Kurdan were rawestandin.
TJK-E'yê li ber biryargeha NATO'yê çalakiyeke şermezariyê kir.
Yekîtiya Karkerên Koçber a Ewropayê (AGEB), Partîzan û Kolektîfa Mor-Kizil jî destek da çalakiyê, li dijî Tirkiyê û NATO'yê dirûşm hatin berzkirin.
Çalakgeran bi dirûşmeyan gotin,''NATO fînans dike, Tirkiye bombe dike'', ''Tirkiyeya terorîst'', ''Duh Hîtler û îro Erodgan'' û xwestin ku NATO bes hevkariya sûc bi dewleta Tirk a terorîst re bike.
Çalakgeran danezaneke bi navê ''Bang li NATO'yê'' xwendin û hate diyarkirin dewleta Tirk a terorîst ji sala 2021'an û wir ve bi dehan caran jîgehên sivîl bombe kirine.
Di danezanê de hate gotin, ''Tirkiye pişta xwe dide desteka NATO'yê û bi rehetî van êrîşan tîne. Em aşkere dikarin bibêjin NATO Tirkiyê ranewestîne. Ev şer şerê NATO'yê yê dijî Kurdan e.''
Çalakgeran her wiha xwestin ku, ''NATO şerê dijî Kurdan rawestîne.''