EWROPA
Hemû Nûçe
-
KON-MED: Em bi hev re li ber krîmînalîzasyonê rabin!
KON-MED'ê serdegirtina polîsan a li NCDK a Darmstadtê şermezar kir û li dijî polîtîkayên krîmînalîzasyonê bang kir ku her kes beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya roja Pêncşemê (îro) saet di 18:00 a li ber NCDK a Darmstadtê bibin. -
KCDK-E Çarşema Sor pîroz kir
KCDK-E bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir. -
Li ber NY’ê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber ofîsa NY a li Cenevreyê dewam kir. Di çalakiyê de ji bo beşdariya panela “Jin, jiyan, azadî” ku ji bo 100 saliya Peymana Lozanê bê lidarxistin, bang hat kirin. -
Dadgeha Qibrisê biryara radestkirina Ayaz da
Di doza siyasetmedarê kurd Kenan Ayaz de yê ku li Qibrisê hatibû girtin, biryar hate dayîn ku wî radestî Elmanyayê bikin. Wê îtîrazî biryararê were kirin. -
Polîsan avêtin ser Navenda Civaka Kurd a Darmstadtê
Polîsan girtin ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê û gelek malên li bajarên cuda. -
'Em di Festîvala Ciwanên Kurdistanê ya Freiburgê de kom bibin'
Festîvala Çand û Sporê ya ku ji aliyê ciwanên Kurd ên li qada Ewropayê ve tê organîzekirin, îsal li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bi navê "Festîvala Ciwanên Kurdistanê" tê lidarxistin. -
Şehîd Koçber Dogan li Wînterthûrê hate bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Koçer Dogan (Mehmet Salih Erdal) ku 7’ê Adarê di êrîşa dewleta Tirk de li qada Girê FM a Metînayê şehîd bû, li bajarê Wîntherthûrê hate bîranîn. -
Li Marsîlyayê ‘Mîtînga Azadiyê ya Girseyî’
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Mîtînga Azadiyê ya Girseyî” hat lidarxistin. -
Li Melbournê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin
Li bajarê Melbournê yê Awûstralyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin. -
Li Marîgnaneyê civîna hilbijartinê
Li Marîgnaneyê li ser hilbijartinê civînek hate lidarxistin Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li civînê axivî û got, "Divê gelê me bi ruhê xwedîderketina li gerîla û Rêbertî nêzî vê hilbijartinê bibe." -
Sosyolojiya Azadiyê li Mîlanoyê hate nasandin
Pirtûka 'Sosyolojiya Azadiyê' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Mîlanoyê hate nasandin. -
Li Sydneyê çalakiya azadî ji Abdullah Ocalan re
Li Sydneyê bi mîtîngekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û bêdengiya hêzên navneteweyî hate şermezarkirin. -
Li Lîmasolê meşa ‘Azadî ji bo Rêber Apo’ hate lidarxistin
Li Lîmasolê Kurd û dostên wan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Li Londonê meşa ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’
Li Londonê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek girseyî hate lidarxistin. Di meşê de ev peyam hate dayîn: “Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya gelên Rojhilata Navîn e.” -
Bayik: Em ji xeynî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tiştek din qebûl nakin
Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik peyam ji mîtînga li Dusseldorfê re şand û got: “Rewşa ku Apo têde ye, divê bibe wesîle ku em li her derê têkoşînê geş bikin. Divê em qadek a têkoşînê ya mezin ava bikin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.” -
Li Viyaneyê meşa li dijî tecrîdê
Li paytext Viyaneyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. -
Li Stockholmê ji bo azadiya Abdullah Ocalan mîtîng hate lidarxistin
Kurdistaniyên li Stockholmê dijîn, li pêşiya parlementoya Swêdê li meydana Mynttorget bi mitîngeke girseyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Bi deh hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê bi deh hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Fermandar Fazil Botan li Marsîlyayê hate bîranîn
Kurdistaniyên li Marsîlyayê Endamê Konseya Fermandariya HPG'ê Fazil Botan bi bîr anîn û banga tevlîbûna Meşa Mezin a 16'ê Nîsanê ya Rêbertiyê hat kirin. -
Di doza Enternasyonalîstê Swîsreyî de biryara beraatê hat dayîn
Di doza enternasyonalîstê ku di sala 2015’an de ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê ji Swîsreyê çûbû Rojava, biryara beraatê hat dayîn. -
Li eyaleta NRW’ê xebatên ji bo meşa Dusseldorfê didomin
FED-MED’ê ji bo bi rêxistinkirina meşa 15’ê Nîsanê ya Dusseldorfê, li hemû parêzgehên eyaleta NRW’ê serdana mal û esnafan dike. -
Norwêcê 15 'ajan'ên Rûs dersînor kir
Norwêcê 15 wezîfedarên Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê ku weke 'ajanên îstîxbaratê' pênase kir, dersînor kir. -
'Ji bo jiyana azad em li Dusseldorfê li hev kom bibin!'
Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê got, "Ji bo jiyaneke azad û bi rûmet em hemû Kurdan vedixwînin mîtînga Dusseldorfê ya 15'ê Nîsanê." -
FED-DEM: Em bi girseyî tevlî meşa li Dusseldorfê bibin
Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya Bakurê Elmanyayê (FED-DEM) bang li gelê Kurd û dostên gelê Kurd kir ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî meşa li Dusseldorfê bibin. -
TJK-E'yê ji bo meşa 15'ê Nîsanê banga tevlîbûnê kir
TJK-E'yê ji bo meşa 15'ê Nîsanê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir û got, "Em li dora azadiya Rêberê Gelê Kurd bicivin."