Li ber NY’ê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber ofîsa NY a li Cenevreyê dewam kir. Di çalakiyê de ji bo beşdariya panela “Jin, jiyan, azadî” ku ji bo 100 saliya Peymana Lozanê bê lidarxistin, bang hat kirin.

Kurdistanî û dostên wan di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de ji bo azadiya fîzîkî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’an ve her roja Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a Cenevreyê çalakiya rûniştinê li dar dixin.

Di çalakiya rûniştinê ku li dora konê ku li Place des Natlîonse hatî danîn berdewam dike de, pirtûkên Abdullah Ocalan ên li ser paradîgmaya azadiyê li gel hatin belavkirin.

Çalakiya vê hefteyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo Huseyîn Turekî ê 17’ê Nîsanê li Duhokê hat qetilkirin, Bîlal Mihemed Elî (Botan Goyî) ê 7’ê Nîsanê li Zapê şehîd bû, Sevîlay Akyildirim (Hêjar Zazan) a 16’ê Nîsanê li Serhedê şehîd bû û Orhan Kalbalik (Bager Baz) dest pê kir.

‘DIVÊ EM ÇALAKIYÊN XWE MEZIN BIKIN’

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî li çalakiyê axivî û bi bîr xist ku zêdeyî 25 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û da zanîn, çalakiyên ku tên kirin, ne têrker in.

Çelebî diyar kir ku li gel biryara bêçalaktiyê ya PKK’ê êrîş didomin. Çelebî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên Tirkiyeyê ku wê 14’ê Gulanê bên kirin û ji bo tevlîbûna çalakiyan bang kir.

Hevserok Tûba Yilmaz ji bo tevlîbûna panela “Jin, jiyan, azadî” ku 21’ê Nîsanê di çarçoveya çalakiyên 100 saliya Peymana Lozanê de li Qesra Rûmîne bê lidarxistin, bang kir. Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê berdewam kir.