Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya Bakurê Elmanyayê (FED-DEM) ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlêbûna meşa li Dusseldorfê ya di 15’ê Nîsanê de kir.
Di daxuyaniya FED-DEM’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ruhê seferberiyê pêwist e em hemû Kurd û dostên me yên şoreşger di 15’ê Nîsanê de tevlî meşa li Dusseldorfê bibin. Ji ber ku 24 sal in dewleta Tirk li ser Rêber Apo tecrîdeke mezin dimeşîne û di kesayetiya Rêber Apo de êrîşên hovane dibe ser gelê me.
Em diyar dikin ku li hemû herêman xebatên ji bo tevlêbûna meşê hatine kirin û amadekariyên ji bo çalakiya Dusseldorfê bi dawî bûne. Hêvî û daxwaza me ev e ku di sedsala peymana Lozanê de em bi yekdengî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin
Dem dema azadiya Rêber Apo û serkeftina Kurdistanê ye. Em bi ruhê seferberiyê tevlî meşa li Dusseldorfê bibin û dewleta Tirk a dagireker têk bibin.”